gomî xwên

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4084 Dîtin
’ezîzim bo çî torawî lexořa?
çi qewmawe? diłî to bo çî gořa?
eto wa zû le bîrit kirdim emma
feramoşt nekem şerte le gořa
***
le min řa xo xetayek řûy nedawe
edî bê meylî bo řûy da le to řa
esîrî kezyete kotrî diłî min
debê ḧałî çi bê kotir le tořa?
***
ser û mał û kemał û bîr û hoşim
le nerdî ’îşqî toda pakî dořa
***
le çawim dê bexuř firmêskî xwênîn
keçî em gome xwêne hełneçořa
min û laşey pepûle maynewe û bes
şewî dûrî, şemîş twawe le kořa