arezûy fiřîn

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  3986 Dîtin
jîn be yexsîrî û dîlî bêkełke
boye lemêje le jînim têrim
guzeran bo min lenaw em xełke
sexte, naxoşe, çonî řabwêrim?
***
hêzim lê biřa ta key derberim
lenaw meynet û derdî serzemîn
ewe beynêke kewtote serim
bîrî azadî û arezûy fiřîn
***
bełam daxekem nîme bał û peř
ke bifiřim, biřom, xom bidem necat
biçme şwênêkî lêy nebê bedfeř
le baweş bigirim nobûkî awat
***
ey sirwebakey beyanî! were
be şineşin û pişûy xot tundike
leser ew dunya newyem labere
heta detwanî emin biłind ke
***
nana hewreřeş! ewřo newî be
lew berzanewe were berew xwar
kem keme were řêkî zewî be
leser piştî xot emin bike swar
***
ewcar hestewe biřo berew jûr
mewêste heta teşkî asman
bimbere nîzîk asoy cwan û sûr
necatim bide le kawlî xeman