arezûy fiřîn

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  3312 views
jîn be yexsîrî û dîlî bêkełke
boye lemêje le jînim têrim
guzeran bo min lenaw em xełke
sexte, naxoşe, çonî řabwêrim
***
hêzim lê biřa takey derberim
lenaw meynet û derdî serzemîn
ewe beynêke kewtote serim
bîrî azadî û arezûy fiřîn
***
bełam daxekem nîme bał û peř
ke bifiřim, biřom xom bidem necat
biçme şwênêkî lêy nebê bedfeř
lebaweş bigirim nobûkî awat
***
ey sirwe bakey beyanî! were
be şineşin û pişûy xot tundike
leser ew dunya newyem labere
heta detwanî emin biłindike
***
nana hewreřeş! ewřo newî be
lew berzanewe were berew xwar
kem keme were řêkî zewî be
leser piştî xot emin bike swar
***
ewcar hestewe biřo berew jûr
mewêste heta teşkî asman
bimbere nîzîk asoy cwan û sûr
necatim bide le kawlî xeman