giryanî nîweşew

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  9320 views
şewane ew demaney şew degate katî nîwey şew
xełk nûst û le çawî min keser dîsan řewandî xew
sikûtêkî besam sertaserî em dêye dadegrê
dełêy her zîndewarêkî heye lew dêyeda demrê
le hîç la xişpeyek naye, çiray małêkî nayîsê
be’espayî le mał dême derê dexuşim wekû nîsê
tek û tenya be’aramî deçim bo girdekey ber dê
bedłitengî û kiz û xemnakî řadekşêm leser berdê
dekem ca seyrî estêran û hełdemjim şiney şewba
şew û bêdengî çend xoşe, hemîşe xozge her şew ba
wekû awałî çak estêrekan gwê řadedêrin bom
heta boyan beyan kem mû bemû řazî derûnî xom
kułim hełdestê ew care û leber derdim denałênim
heta awrî diłim dekujêtewe esrîn debarênim
şewane ger nekem ew şîwen û nałîn û giryane
desûtênê wicûdim agirî em cerge biryane
bełê giryanî nîwey şew deka nasorî dił merhem
kuł û kom dademirkênê û becê dêłê diłî min xem