awarey hełebce

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  403 Dîtin
’ezîzan, ey ’ezîzanî wiłat û şarî sûtaw
melanî zîz û tarawî kej û gułzarî sûtaw
be tawanî çî emřo dîlî destî xwênřijanin
be tawanî çî qurbanî û qełaçwî gel kujanin
sedey mafî mirove û êwe her bê lane mawin
le tirsî gyan le mał û le jyan bêgane mawin
gelî xêłatî bê řeşmał û bê miził û hewaran
ẍerîb û bê pena, mat û peroşî mergî yaran
egerçî êste weylan û peřîwey henderanin
şikawî destî bêřeḧim û diłî dagîrkeranin
dega řojêk ke dujmin daçzênê agirî geş
be tołey qetil û qerranî minałî pak û bêbeş
eger bomba le şarî to bibarê çeşnî baran
eger hewrî semî xerdel wişk ka lalezaran
giřî şořş bilêsey dê le naxî hestî yaran
desûtênê binaẍey tac û textî nabekaran
wiłatim, ey wiłatî çolewarî bê beharim
wiłatim, ey bełabaranî destî řojgarim
minî koçer le dûrî to, ẍerîb û leş bebarim
wiłatim, ey beheştî piř le yad û yadgarim