kewekem
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
1 Xulek
683 Dîtin
le hewarane kewî min, giřugałî naye
tirîqey xoş û çipe û dengî zułałî naye
diłekem gerçî desûtê de xeyałî ewda
diłî ew çûkeye gewrey de xeyałî naye
be temam sozî şemał, dengî kewm bo bênê
ke mixabin ewe beynêke şemałî naye
cigerî kêwe, diłî ẍarî cin û dêwe ewe
řebene û bonî cigergoşe le małî naye
qele sabûnî hemû řojê dexwênêt û bełam
řêbwarî jîkełaney me hewałî naye
leweta řoywe řûnakî nîye małî diłim
çirke ejmêrim û her katê wîsalî naye
qełemim xoşî bisûtênê be yadî lawî
perîy hełbestî berz, şeqqe le bałî naye