bûkî behar

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 2 Xulek  883 Dîtin
řûm kirde çya řojê be tenyayî le tawit
êware bû gazî kize ba, êskî desawit
kêw xał bełek û řeş bû ledwa řojî řeşemme
bay we’de dehat befir û sehoł xoy debzawit
hařey xiř û doł hêdî dehat û zewî deygut!
oxey dêwî zistan ke nicatim bû le dawit
lûtkey kejî befrîn û berz řûten û řeş bû
pêm kut zewî, derbêne leber, bergî diřawit
newroz be kejawey gułewe hatewe ey kêw
kanî teqî serçawe diřa, carî ke awit
dîtim le piř awayyekeman bû be giřî geş
awa bê wiłatim bijî kîj û kuřî lawit
katê ke berewmał bûmewe řwanîme banan
her law bû be cêjnane dirawî defrawit
pirsîm ke çi base çîye ew bezim û heraye
bîstim ke sibey bûk dê meyl ke, şekerawit
katê ke sibey dabezî ew bûkî dił estên
sed meste diłî lawî be tîrî dengawit
cyazî lalezare, tazebûk nêwî behare
ey pêt leserim sewzelebûk, çen xoşe nawit
hewrîş bo zêrewşanit dûř û gewherî barand
çarşêwî sipî lade le řû hełbêne çawit
kotir û kew û bulbul hemû goranî dexwênin
sêrû we sema kewtûne, wa dêne siławit
’alem hemû diłxoşe le teşrîfî mubarek
cêjnî qedemyan girtûy be kulêçe û qawit
qurbanî kewt bim ey kej û kêwî be heybet
ew werze degeł şenge kuřan çen xoşe řawit