şewezeng

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  511 Dîtin
şewezeng çetrî řeşî kirde penay dił bexeman
ta pişûyêkî biden koyle le des cewrî zeman
çemî bałay sipî darî mele jêrbarî xefet
temenim řoyî wekû tîr û qedim bû be keman
diłekey piř ke serutem leserim geş naka
ne behar û guł û xunçe û ne bizey xunçedeman
min legeł ew diłe xanûm be xeyał danawe
meye diłber, meye têkî mede xanûçkekeman
min û dił nuqmî xeyałatî şewî deycûrîn
estêre bûne çiraman û xefet şewçeleman
gełî caran çûme çakî û şemim heł kird bo diłim
nemdezanî şewî řeş, nakene řoj, nûrî şeman
ḧewt awatim wekû korpe le diłda řajand
şewe pêy fêr bû be ḧewtiwêkî şitaqim bo neman