pîre saz

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  655 Dîtin
were ey pîre sazî hawinşînim
bişo jengî diłî koyley ewînim
were ey şahîdî ’umrî xesarim
binałêne le des bextî neyarim
biłê řazî derûnî piř le tasem
be gwêy diłber biga girfey henasem
were ey zemzemey awatekanim
ewa dêwî xefet debřê tekanim
le to bem lawe kes nê yawerim bê
hewadarî diłî sewdaserim bê
eger tawê melî şadîm lelaye
lelay toş bezim û hełperkê û heraye
le cengey meynet û řojanî tałî
lejêr pencem le min xoştir denałê
eger tîrî ewîn dedrê le cestem
dekewye kêşeyekî sext û ḧestem
eger xemxorî daykî nîştimanim
eto deyłey sirûd û neẍmekanim
min û to taze ḧeyfe lêk cuda bîn
letek yektir wekû ewlad û babîn
legeł to xozge ḧeşrî min kiraba
legeł to řuḧî min keyfer diraba
eger ehlî şefa’et bûm û řeḧmet
xumar û tar be dest çûbame cennet
eger fermanî sûtanim diraba
kil û polum le tarî xom kiraba