nehatî

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  223 Dîtin
qerar bû bêy biçîn bo dołî xwarê
nehatî, awir û asnim lê debarê
le şeqqey bał dedem, ta mawe hêzim
le gułzarî gułan degirim qerarê
beser çû katî lawî û ’eyş û noşim
çilon negrîm! le çawan xwîn nebarê
wekû bulbul le popey çił ke demxiwênd
hezar qumrî le dewrim bûn becarê
dełêy çî? pyaw ke pîr bû, sarde bazař
be bayek řadejê wek pîredarê
minîş wek darî ser kendał û hełdêr
řeg û řîşem řizî ser ta be xwarê
tirûskey zîndegîm tarîke wek şew
be zeḧmet ger bigate lay ḧesarê
ewend peřpût û şepřêw û keniftim
dełêm naxom le gyawgołî beharê
demêke kakî «ban zwîre lêman
ne dête aş, ne ser çom û řûbarê
lelay dîş xałe «newzadî» leber fîz
ebed bo lay me nabřê řê guzarê
xuda, bo «fatîḧîNasnava edebî» û gişt kes penay to
bibexşe pêm le ’uqba çesmesarê