nałenał û şîwenim

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  210 Dîtin
çawşehênî, diłřifênî, kułme xwênî çawxumar
guł’uzarî, lalezarî, mêrẍuzarî, newbehar
suxme’ałî, dîdekałî, mil be xałî, qed ’elem
mehweşî, ebro řeşî, gerdinkeşî, «şims alinharErebî»
diłberî, lêw şekkerî, xendawerî, şêwe perî
lêw gułî, řûmet gułî, qamet gułî, şîrîn witar
laleřû, xoş xulq û xû, mehtab řû, gona hełû
mem henar, bała çinar, egrîce lar, mîşkî tetar
nazenîn, ahûyî çîn, şîrîn cebîn, mahî zemîn
mû kemer, tel’et qemer, ḧorî sîyer, perçem qetar
xoşkelam, wala meqam, qed newnemam, serwî xeram
zułf xem, seydî ḧerem, şoxî ’ecem, xunçey nezar
kwa wefa û şerit û beqaket, kwa qerar û qewlî to?
ey to netfermû belaşe, bose û sûç û kenar?!
daxî gewret naye ser dił, koçeket we’dî nebû
bot becê hêştim fuẍan û, nałe û giryan û zar
nałenał û şîwenim dinyay seraser girte ber
bo fîraqî toye şînim, dił bebêt nagrê qerar
«fatîḧîNasnava edebî»t xinkand be dax û ḧesret û şîn û çemer
«ma biqlibî fî hwakErebî» arezûy deşt û dyar