dunyay bê wefa
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
409 Dîtin
dunyay bê wefa, dujminî beşer
mekoy xefet û kułuko û keser
lankey piř şeř û şoř piř fîtne û hera
xanexwêy şeytan, menziłgay sefer
xot řazandewe wek gułî behar
her řojey çeşnê xot dexeyte der
řojêk neşmîl û nazdar û xoşřûy
řojêk tirş û tał hałoz, bednezer
çî arezût bê, deykey natirsî
le wêrankirdin û çolî û derbeder
çend hezar genicit xiste çałî teng
çend hezar pîrit fewtand be defter
jyan naxoşî û tûşî û negbetît
dawin be pyawî zanay qûř be ser
ewey to deykey lew řojgareda
debê binûsrê be qeza û qeder
çîman beser hat, çîman çaw pêkewt
kwa xoşî lelay kurdî hunerwer?
zana û feylesuf cergyan sûtawe
beşyan xefete û, ḧesret û keder
diłit let kirdim be dax û ḧesret
le baxî jînim hîç nema eser
qet řuḧimit nekird be minî kiłoł
řêget lê girtûm, emser û ew ser
gułî jyan û arezut kuştim
beşim bote şîn, nałîn û çemer
hoşt lê biřîm, hejar û desteng
bê cê û bê mekan, wêł û sewdaser
felek, her bo min wa nebwe karit
hezaran kest xistote xeter
pîr û dafetaw, nabîna û bêhoş
xwaye dûrim key le agirî seqer
leber to nembû fikirî řêy çakan
bigirim û wek wan, saz bim bo sefer
herçî kirdûme, gişt bedbextîye
qet nemkird du’a ewradî seḧer
xwaye bo xatrî xasanî dergat
noş ka «fatîḧîNasnava edebî» le awî kewser