le diłdarî bes nakey
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
513 Dîtin
kîje kurdey řezasûk
neşîmil, nazdar, tazebûk
gułdem, bała newnemam
şîrîn, xawenî îlham
xunçey bax û kej û ko
wenewşey dem çem û co
bêrîy kwêstanî zenwêr
hełałey berzî hełdêr
diłdarî bulbulî çem
hoy şadîm, laberî xem
bîzay gedeCih û serî lendCih
nerim û noł, nask û řend
kewî ser kêwî qendîlCih
xunçîl, xiř û xoł, neşîmil
gerdin bexał, řeş’esmer
mil piř le zêř û gewher
egrîce pexiş û hałoz
şil û mil, dił piř le soz
bermûr, yaqût û mercan
zułf şoř, xende herzan
takey wek askî sił
nagrî le cêye menził?
dił piř le ’îşqî toye
bot şêt û řenceřoye
řuḧmê be girye û zarim
be nałe û be hawarim
wekû perwane û şem
dewrî çiray řût dedem
sûtandit ser û małim
netbû beze be ḧałim
bê agir hełpiřûzam
demkujî, yanî azam
řazîm ke tîrî ebrot
bîdey lem sîne bo xot
ew pence nerim û ałe
be xwênî dił şełałe
çend řołe kurdî wek min
be dawî towe mirdin
wek ew zułim û cefaye
cwanîy toş bê beqaye
pîr û feqîr û mestim
be tow be dił nawestim
boye bom nabye nêçîr
eto cwan û emin pîr
dił toy dewê be yarî
etoş le dił bêzarî
kurdî bê řeḧim dyare
kurd çakey pê xesare
«fatîḧîNasnava edebî» besye ta key
le diłdarî bes nakey?