le řêy gelda xoşe mirdin
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
1 Xulek
542 Dîtin
min kurdêkî şiř û wiřim
perwerdey nêw çyaw çiřim
hawşanî piłing û şêrim
şarezay şax û hełdêrim
řahatûm be jyanî bin berd
xo leberim nagrê namerd
dujminî dujminî kurdim
be hełmet û destubirdim
wa tê mege şiřuşołim
be řoj û be şew le çołim
minîş fîkir û bîrim heye
kurdim, qewmî jîrim heye
şerte ew berge bigořim
le dinyay ewřo binořim
dest bikem be xebatkirdin
le řêy gelda xoşe mirdin
bibme pêşmergey wetenim
dujmin kêw bê hełîkenim
her hełmetêkî bo berim
dujmin xo nagrê leberim
koşkî zordar text dekem
gyan bo gelim bext dekem