be yadî lêwî ałî
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
1 Xulek
488 Dîtin
be yadî lêwî ałî, dił piř xem û heraye
şewgar dirêj û dûre, xewm leser bełaye
xeyał û fîkir û hoşim şewêke bête lam ew
bigirim dû memkî turtî, le sîne bibme saye
ke zułmetî dû zułfî çiray cemałî poşî
tîflî diłim giřûy girt, ke boçî řoj wehaye
be nałe û be giryan be şîwen û be zarî
be ahî serd û germim, hełmikird ew çiraye
kewtûme gêjî matem, leber xem û pejare
ne guł deka ’înayet, ne bextim dête kaye
eger le bîrexewda, bigem be wesłî yarim
dełêm gułim hetakey legeł min ew cefaye
dił bo to wişk û řeq bû be bay xezanî payz
xuda, beharî wesiłim çi dûr û bê beqaye
gułî diłim piřûza, be narî fîrqetî yar
wekû minałî sawa degrî bo layelaye
diłim nexoş û dîlî dû çawî kałî toye
tebîbî çawekanit bê řuḧim û bê wefaye
be xwênî çawekanim, paraw dekem gułî dił
bulbul le şewqî xunçey xoş aheng û newaye
zelîlî ’îşqî yarim, ẍerqî xem û xeyałim
«fatîḧîNasnava edebî» diłberî min, gułêkî xoş leqaye