be yadî bezmî dwê şew

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  226 Dîtin
erê ey sûrgułî ser şax û řazim
deway cergî biřway piř le řazim
dû çawî baz û piř naz bes bigêře
wekû kew dîlî ew dû çawî bazim
were meygêř lebom têke qumê mey
jyan tał û ẍerîb û lanewazim
henasem perçemî lada leser řût
nesîmî subḧe, bo xem çaresazim
le dûrîy serwî bałay şox û şengit
şew û řoj des be ejno her desazim
be tîrî ẍemzeyî ew dîdemeste
wekû mecnun le kêw û deşt û řazim
wekû zułfî řeşt barîk û serşoř
wekû egrîceket şêwawe nazim
çi sexte «fatîḧîNasnava edebî» hełka bebê to
gułim, her toy le dinyada nyazim