qametî elfim çemawe

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  274 Dîtin
qametî elfim çemawe, çaw deřêjê eşkî sûr
taqet û sebirim nemawe, ẍeyrî zîkirî ya ẍefûr
wek çiley zistane hawîn, bo minî řût û feqîr
lend û qendîl û şinom la germe ’eynî şarezûr
goşeyî ḧucrem wekû zîndane cêy dûpişk û mar
bo řeqîbî mudde’î, dinya hemûy qesir û qisûr
zor lemêje çaweřême bextekem hestê le xew
pêm dełê řaweste carê, bigre řêy pyawî sebûr
xermenî ’umirim be ba da, katî lawîm çû ledest
ey dirêẍ! çim kird le xom, çen załmim, çen bê şi’ûr?
mest û meẍrûr bûm be badey ’îşqî yarî diłfirîb
şêt û nadan û nezan û serserî û eble û ẍirûr
êste lêm mîwane pîrî, şeş derî lêm girtuwe
piştî kûř û, destî lerzok, dařzîwim xwar û jûr
ey xuda! zor natewaw û naqîs û dûrim le heq
zor pejîwanim le karim, řûm nîye bême ḧizûr
min segî dergay ḧebîbî tom û bubekirKes û ’umerKes
hem ’elîKes û ’usman û alit me’denî feyz û sirûr
ya «risul alilhErebî» be firyadim bigey řojî ceza
bimderê camê le ḧewzî kewserit řojî nişûr
řût û qût û des betałim, nîme toşey qebrî teng
«fatîḧîNasnava edebî» bêbeş nekey lew řeḧmetî wa bê sinûr