bê dîdarî to
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
1 Xulek
591 Dîtin
bebê dîdarî to ey guł, nexoşim
be daym ẍerqî nałîn û xiroşim
be xendey diłberî ḧorî řewştim
keyfixoş û ẍirûr û dił le coşim
erê ey şox û şengî kurdewarî
bike řuḧmê nemawe ḧał û hoşim
ḧeyatim da le hîcran, gyane ta key
le xemda xerqeyî matem bipoşim?
le çawim hełřija firmêsk, guř guř
piřî kird baxeł û dawên û koşim
mekûje «fatîḧîNasnava edebî»çî dî be dûrît
bebê to dujmine lêm ’eqłî xoşim