pêncixiştekî leser hełbestêkî «seyd kamîlî îmamî», «awat»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  265 Dîtin
cewan û meẍrur, bê hoş û hewt
le ḧałî xoşî û mestî serkewt
şirîtî ’umirim boy wegeř kewt
«le nakaw pîrîm lê weder kewt
bextîş wekû xom hat û lêy xewt
dunya bo beşer wek danedawe
ey xuda hawar çîm lêqewmawe?
her layek deçim tewaw şêwawe
«derkî necatim lê daxrawe
řêgey řizgarîm řêk xwar û çewt»
hênd pîrim nîme ne xwardin, ne xew
le gel cêmawim, řoyî hêzî řew
kewtûme qefez, bendîm wekû kew
«řojî řûnakim tarîke wek şew
çiray jyanim mawe bê newt»
řêy çakan bigre biram wa çake
le des xot nedey ew dîne pake
le des nefsî şûm bo kêw heřake
«fitîley ḧeyat be ḧał řûnake
her bîna ewîş le sûtan kewt»
jînî êstakem jînî domîye
be goçan deçim bo ew qopîye
ew jîne tałe tuxwa bo çîye?
«cêgey geřanim ta ser çomîye
cêy danîştinim dergay mizgewt»
xoşîm qet nedî bextim çetûne
xetay kê degrî dunyake dûne
pîrîm mîwane û cestem zebûne
«hey hey lew jîne lem beřêçûne
keçî bew ḧałeş dił her nesrewt»
bûn be hawdemim xem û pejare
dił êstaş şêtî dîdarî yare
legełyan deřom çarim naçare
«espî tebî’et hêşta her sware
her wa bekare xoşciłe û xoşřewt»
le destim dawe ’umrî bê ’emel
taze zeḧmete bom hełkewê hel
le mała kewtûm lał û kwêr û şel
«çwarîne û hełbest, qesîde û ẍezel
yek le dway yek dên, pênc, şeş û ḧewt»
qesem bew kesey bê cê û mekane
şî’irit awdare, qûtî řewane
«fatîḧîNasnava edebî» bo to şête û dêwane
«ew teb’e sware, tund û řewane
bo to «îmamîKes» zeḧmet bê zewt»