pêncixiştekî leser hełbestêkî «’ilî begî ḧeyderî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  414 Dîtin
ey cêgrî teyfur û şehî dehle û serhend
ey şahî biłind paye û me’şûqî hunermend
ey řêrewî řêbazî buxara û neqşibend
«ta bênê seba bênê le to, şadim û xursend
řûḧim be fîday merqedit, ey şahî şerefkend»
hênd berze meqamit, le serûy exter û mahî
nûrî le cîhan laberî zułmat û gunahî
ewsafî cemîlit bexuda lamutenahî
«ey serwî beheşt û guł û gułzarî îlahî
dûrîm le gułî řût û qedî serwî to ta çend»
ẍewwasî duřî me’nî le her suç û kenara
«çişimit bih min andaz ’izîzim tu xida raFarsî»
nûrî diłî tarîkî le deycurî behara
«to mezherî enwarî wekû şahî buxara
to meḧremî esrarî, wek eḧřařî semerqend»
ey dił were bo baxî terîqet wekû mel be
bulbul be le gułzar û ẍezelxiwanî cebel be
perwane sîfet bow şeme amadey hel be
«azade le dû ’alem û asudeyî qelbe
her kes, ke be zincîrî ’elaqet heye pabend»
wek ke’beyî ḧacate, be qurban ḧeremî to
kuḧlî besere, xakî berî pê û qedemî to
şahenşeh û sułtane le dunya xedemî to
«umêdî necatî mine, lutif û keremî to
her çende ke barî gunehim qurse wekû ełwend»
lew řojewe řojî řuxî to lêre buwe win
to řoyî le řêy xot û debřawane şehî min
cergim be serenêze hemû let buwe, kunkun
«bê toyîye wa dên û deçin şêxî dirozin
nezdîk le şeytanin û dûrin le xudawend»
her qewmê nebin peyrewî zana û melayan
lay ’alemî batîn nîye hîç qedir û behayan
bo pîrî şerî’et negrê deng û sedayan
«ew şêxe cehulane temaşa ke le layan
ferqî nîye qur’anî xuda û sefḧeyî pazend»
ey dił were lew wez’e perêşaneye bigrî
ey xwaye be dûrim ke, le şeytan û le mekirî
pîr řoyî le burhan û îtir kes nîye sebrî
«ax bo ’umer û leşkirî îslam ke mukirî
ewřoke leber şêxî diro bote nehawend»
lew derke nekey dûr bikewî «fatîḧîNasnava edebî» to qet
sa besye biram cewr û cefa û nałe û zîllet
bo yadî xuda kafîye bot goşeyî xełwet
«lem we’ze were «ḧeyderîKes» tuxwa meke ẍefłet
gwê bigre le em pende, beła merdî xêredmend»