pêncixiştekî leser hełbestêkî «řebatî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  473 Dîtin
ey weten qurbanî aw wixakî kurdistantim
ey weten ’ebdał û wêłî sûrgułî şaxantim
ey weten bo baxekanit bulbulî xoşxiwantim
«ey weten serbazî kurdim, gyanfîday lawantim
bo şiksitî bawî toye dîde piřgiryantim»
dest be xwênî dujminanit sûr dekem wek pałewan
řapeřînim wek hełoye, hełmetim şêrî jyan
şerte hergîz řanewestim, řaw denêm bêganekan
«çunke wa toyan zewt kird taqmî zordarekan
carê bêdengim le tawa sîne piř sozantim»
deykeme qûtî jyanim herzin û gał û beřû
xencer û şîr û tifengim, darî goçan bê û çeqû
řadewestim deçme meydan, qaw dedem eẍyarî tû
«řoj û şew bo to xerîkim serfiraz bî zû be zû
boye wa min heł’esûřêm wêł û sergerdantim»
ey weten şayanî medḧî, layeqî wesifit biken
ḧeyfe bo to řołekanit hewłî řizgarît neden
şar û dêhat û kej û kêw, şahîdî ew ḧałeten
«dujminan emřo legełta her sitemkarî deken
boye wa naḧez be koř û xêłî xwênxorantim»
ey weten bo serfirazît ’alemê bot bûne pird
xwênî geşyan bû be lafaw koşkî zordaranî bird
bûnete dardestî dujmin, xa’înan, çi dirişt çi wird
«çunke napakin legełta çend kesî fêłbazî kurd
daxî sexte boye emřo cerg û dił biryantim»
ey weten aw û hewaket, wek beheşte bê diro
taqe bûkî asya toy, xawenî gencî be ko
boye wa dił bot desûtê bê kesî řûy da le to
«xoşe xakî germyant, çunke cêgey genim û co
wey ke çend awatî bax û kiştukał, kwêstantim»
nîştîmanim wek beheşte, çun çya û deşt û çemen
piř guł û lale û hełałe û nergis û seru û semen
«fatîḧîNasnava edebî» şeydaye bo to, wêłe bo dar û dewen
«bên bizanin çend perêşanim hemîşe bo weten
gişt le daxî derdedarî kem desîy kurdantim»