pêncixiştekî leser hełbestêkî «’usmanî wecaxî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  494 Dîtin
be dił ke gwê le awaze û xiřey xiřxałî řabgirî
le xoşîyan řenge ’aşiq xoy be qurban ka, le boy bimrî
be çawî baz û neẍmey saz, be sîney pakî wek befrî
«le ḧewl û ḧewşî mizgewtê ke car car dêt û řadebrî
be keşim û neşmî şazade, be destî gozełe û kitrî»
be xwênim destî řengîne, diłim bew deste xwênîne
temaşa ken çi bê dîne, çi xoş řeftar û şîrîne!
be lêwan şekir û hengiwîne, be ebro afetî dîne
«be çawan baz û şahîne, be gerdin ahuyî çîne
«ti’alî alilhErebî» çi şîrîne, ke xoy deşlênî wek qumrî»
řeqîb wek diřkezî waye, dizêwe çeşnî cindûke
gułî min nerme wek tûke, qedî serwe, demî çûke
mijołî tîje çałûke, le dił řaçûnî zor sûke
«heta ḧez key řezasûke, teř û taze dełêy bûke
bî’eynî zêřî meskûke, meḧałe erziş û qedrî»
dû kułmî sûrî tarîne, dû çawî piř xumarîne
dû lêwî şekirî zarîne, dû ebroy tîrî karîne
dû pencey şêrî karîne, mijołî sun’î barîne
«dû zułfî şêwe marîne, dû memkî xiř, henarîne
ber û boy xakî arîne, le baxî sîngî wek befrî»
xeyałat besîye lêm lade, fiřêm da saẍer û bade
leber kîjî necîbzade, necîbzade û wecaxzade
diłî ’aşiq le lay şade, çi sofî bê, çi şêxzade
«be bała serwî azade, be řuxsarî perîzade
nîye wek ew le begzade, le menguř, mameş û mukirî»
duřî nêw beḧir û deryaye, dû kułmî wek çira waye
ewey xełkî dełên waye, diłim boy şêt û şeydaye
be naz û şox û leylaye, qedî wek darî ałaye
«biłind û berzebałaye, ’eceb mumtaz û e’laye
le her la dad û ẍewẍaye, le şu’ley tel’etî bedrî»
ke deřwa ’eynî maşêne, ewende pak û xawêne
cemałî çeşnî awêne, dû çawim çomî «lawên»e
necîb û neş’ebziwêne, gułêke taq û bê wêne
«letîf û nerim û xawêne, le dinya ferde em wêne
beden billur û awêne, be şewqî şems řadegrî»
diłim bê sebir û arame, le dûrî ew guł’endame
be daym fîkirî her lame, leber pîrîm dełê mame
be dił her şor û sewdame, dem û lêwit, erê? kame
«dehan wek meẍzî badame, dû lêwî şekkerî xame
zerîf û muştehî kame, demî kêşawe wek sedrî»
le layek zułmet û nûre, le layek leylî deycûre
le layek yarî mexmûre, le layek camî fexfûre
le layek saz û sentûre, le layek bezmî nacûre
«be çîhre ebyez û sûre, be sîne şem’î kafûre
meḧlilî benk û bermûre, degirmênê wekû hewrî»
be lêwî sûrî ser camî, be maçî kułmî xoş tamî
be ẍemzey çawî piřsamî, be ’îşwe û naz û sersamî
be lîmoy zerdî nakamî, be nuqłî zarî badamî
«be řêkupêkîy endamî, be lûs û lêkîy ecsamî
esanî mekkeye bê şik, dełêm ya gewherî beḧrî»
xet û xałî leser kułmî, çi nexşêke çilon wahat
gelê dûre le fîkirî min, be kes nabê ewe îsbat
dezanî« fatîḧîNasnava edebî» medḧî gułit bo to ke des nadat
«le wesfî zînetî wechî, qełem bo xoy deka îfrat
xetat kes nagrê «’usmanKes» le dinyada heta demrî»