pêncixiştekî leser hełbestêkî «kewkebî» «mela necmedînî kewkebî şad»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
3 Xulek
539 Dîtin
bew tîrî mujey, gyan û ciger ẍerqî qirûḧe
bew çawî řeşî, sîne û dił piř le tirûḧe
ew xunçegułe, qabîlî sed terze medûḧe
«ew yare le bo cejnî diłan, seyqelî řûḧe
maçî serî kułmî, be mesel camî sebûḧe»
em baxe ser û xwarî, bey û sêw û henare
’aşiq were binwaře, to lew lale ’ûzare
firmêskî dû çawim wekû lêşawî behare
«ey dił were nacî be, le deryayî pejare
xot bawê le mêzî, ke dełêy keştîye nûḧe»
fîncanî memî gewher û yaqûte sipî û sûr
xał û xet û egrîce, le mil şu’le deda dûr
wek qews û quzeḧ, ew gułe ser ta qedemî nûr
«wek baxî îrem waye, tewaw, ban û der û jûr
xadîm be lebo ew dere, herçend ke cemûḧe»
qed narewn û serwe, biro mîlî terazû
lêw le’lî ’eqîq û guhere gerdinî ahû
mujganî wekû xencer û şêr pence û bazû
«çaw û dem û kułmî, wekû defterçeyî cadû
dan daneyî xałî, hemû tefsîr û şirûḧe»
ba çî dî nekem nałe le des ezyet û zułmet
yaran mededê, tawekû key şîwen û zîllet
sûtawe derûnim, be giřî awrî fîrqet
«ew perçemî řeşmarî leser sefḧeyî řûmet
zencî mesel û, řêk û, lesef bestî fitûḧe»
ey çepkegułî beste, le nêw gułşenî newroz
ey taqî birot sucdegehî ’abîdî diłsoz
ey kułmî zenxdan û řuxt şem’î şeb efroz
«bew tîrî mujey řêzî, le şeř tîjî, cigerdoz
çend ’aşiqî bêçare hemû gyanî cirûḧe»
emřoke le bazařî cîhan şox û pesendî
dił şête, le tawî degrîy bo mey û řendî
bo maçî dem û sêwî mem û, řûmetî qendî
«dił ḧepis û giriftare, be dû zułfî kemendî
pêkaw û birîndarî biroy qews û mirûḧe»
ten pîr û ze’îf û weřz û ’acze, yaro
wek bulbulî bêçare lebo guł kize, yaro
kafir řewş û, fîtneger û řafze, yaro
«karmamze, řû qirimze, bo dił dize, yaro
qed ’er’ere, guł mexmere, wek řojî sinûḧe»
ey dił were lew bezme eto bîke bexoşî
ew yare wekû xunçegułe, xoşe siroşî
dił kewte sema, meste, çi meḧzune xiroşî
«bew çawî qedeḧ wêne, kewa mey defroşî
dił mat û serasîme û bê hest û nişûḧe»
perwane sîfet, bo şemî řûy matim û bê hest
sewdaserî yarêke diłim, xeste û sermest
bulbul be nefamî bû, ke serkulmî gułî gest
«’aşiq ke le gułzarî demî, çepkegułî best
bo sucde le naw tekye peşîmanî nesûḧe»
«fatîḧîNasnava edebî» were carêkî e lew yare bipirse
me’lûme ke ew, xunçe gułî řewzeyî qudse
her derdî ewîn zeḧmete, piř ezyet û qurse
«ey «kewkebîKes» to lade le em řêge betirse
day nawe serî ew kese darayî cinûḧe»