pêncixiştekî leser hełbestêkî «’usmanî wecaxî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  430 Dîtin
řefîqan to xuda çawê be eş’ar û beyanmida
bigêřn gwê girin hêndêk be giryanî şewanmida
le haje û qełbezey çawim, be nałînî beyanmida
«gułêkim bû, gułî hîwa, le naw baxî jyanim da
ke damezraw û cêgîr bû le qelb û řuḧ û gyanmida»
wiłat wêraneye emřo, diłim xaney beła û meynet
diłêkim bû le destim çû, hezar ḧeyf û, hezar ḧesret
binaẍey yekyetîn dařiştibû, zor xoş û bê ezyet
«turincî xoşewîstî ew, diłî wa kirdibûm letlet
letêk bo xom, letêk bo ew, we yarî mîhrebanim da»
qerar bê teř nekem lêwim, be awî tałî meyxane
debê awrî derûn kiz kem, be awî ew dû çawane
lebo yar çon debê negrîm? be tenya wa le baxane
«çi yarê? yarî tengane, çi dostê dostî canane
wekû biřno û kilaşînkof, hemîşe her le şanmida»
le dinya taqe yarêkim hebû, dił boy bibû şeyda
ne şîrînKes wek wî şîrîn bû, ne řûxoş wek gułim, leylaKes
wekû mêr koçî kird řoyî, ecel girtî û le ’erzî da
«le nakaw bay xezan birdî, guł û dił kewte waweyla
pejarey wa nebînrawe le dewranî zemanmida»
ne kwêstan xoşe wek caran, ne seḧra xoşe bo seyran
ne kew dexwênê qaspey bê, ne řawçî ḧazrî meydan
ne cêjwan her wekû xoye, ne yarîş dête ber heywan
«le dinyay bê wefa mawim, le řenc û meynetî hîcran
nîye yawer ke yarîm da, le derdî zor giranmida»
beramber cêgeket degrîm, henasem agir û awe
le tawit letlete cergim, diłim sutaw û fewtawe
debê hawar û řořo kem, le taw ew koçe nakawe
«te’esuf her wekû marêk, be dewrim cuẍzî kêşawe
nîye dostêkî diłsozim, lebo lay xoşî hanim da»
be hîway wesłî yarim bûm, biçim tawêkî bîdwênim
be destêkî memî bigirim, ewî dî le milî werbênim
keçî řojgar muxalîf hat, debê boxom binałênim
«le çolgey bê kesî û dûrî ẍerîbane denałênim
ewey xoşî bê naybînim le çwar çêwey cîhanmida»
le dinya ew kese merde, ke qet bê emrîy ḧeq naka
jyanî xoşewîstî xoşe qet însanî têr naka
le tirsî mirdine degrîm, bełam giryan dewa naka
«ecel fermanî yezdane, be zeřře paş û pêş naka
tika nabê le qabîz kem, cebim da, ya ne qanim da»
ḧeyat bê besyetî ta key heway dinya erê to çî?
debê bo hênd be zelkawî nezanî û cehlida řoçî
serencam «fatîḧîNasnava edebî» wa toş xerîkî toşeyî koçî
«ke dwa qonaẍ û dwařojî beşer her mirdine boçî
eto «’usmanKes» şil û hul bûy le giryan û fuẍanmida!»