pêncixiştekî leser hełbestêkî «qani’»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
439 Dîtin
’aşiqî ew deşt û kêwem, pêm dełên dêwaneye
řoj û şew hamûn depêwim, karî min şêtaneye
bo weten sûtawe cergim, şîwenim kurdaneye
«axrîn małî jyanim kuncî bendîxaneye
em kelepçe merhemî zamî diłî dêwaneye»
mał û ser qurbanî toye, gyan fîdam her katê bêy
gerçî pîr û natewanim, ḧazirim bo feřşî pêy
şadî ew wextey le min mîwane ew řojey ke bêy
«bûkî azadîm ewê, xwînim xenes bo dest û pêy
ḧełqe ḧełqey pêwenim bo piłpiłe û lerzaneye»
řojê dadê min beser zordarekana zał ebim
ew deme dunya ezanê mestim û xoşḧał ebim
min letaw qewmî hejar û bê pena, bê ḧał ebim
«gerçî dujmin wa ezanê min be dîlî lał ebim
baş bizanê kuncî zîndanim qutabîxaneye»
bo necatî nîştimanim hewł edem, tedbîr dekem
meylî sêdare û qenare û şořş îqlîmgîr dekem
çarî germ û hořî top û, qiřqiřey şestîr dekem
«zor demêke çaweřwanî ziřziřey zincîr dekem
seyrî em zincîre ken wek zîwerî şahaneye»
bangî azadîm dewê dêhat û şar hawar bika
mîlletî řût û hejarim, pet le mil zordar bika
dujminî załim defewtê mîllet înfîcar bika
«çaweřwanî şořşêkim ’alemê řizgar bika
mîlletim bo ew mebeste kirdewey şêraneye»