pêncixiştekî leser hełbestêkî «nalî»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
506 Dîtin
sewze, piř guł buwe dawênî çya
wesfî cwanê ke dekey meyke řya
were seyrî gułî min ke bexwa
«peçeyî perçemîy û pirçî sya
her dełêy mangeşewe kułmî tya»
bo gułî řûte dekem şîn û girîn
beserî to, serî xom nawe le şîn
pêm biłê maçê le kułmî to beçîn
«lade desrokeyî hewrî le cebîn
derkewê şems û qemer nûr û zya»
derdî pîrîme were lam demirim
serî zułfî řeşî to tund bigirim
maçî gonay to be řuḧim dekiřim
«lêwî to awî beqa min xizirKesm
feyzî to řeḧmet û min sewze gya»
diłberî şox û necîb, ey gułî taq
wêłî dûy tome le êranCih û ’êraq
memkuje çîdî be derd û be meraq
«memxere hawîyey hewłî fîraq
destî min damenî to řojî qya»
were ser dîde ke to xoş leqebî
xawenî ḧusin û cemał û nesebî
maç dekem kułme, nełêy bê edebî
««gilTirkî», eger turkî «ti’alErebî», er ’erebî
«bê» eger kurdî eger fursî, «byaFarsî»»
bêstun cêgeme, kendûme be çing
derwesim naye ne bewr û ne piłing
tîrî ebroy, ne diłî hêşt û ne sing
«serî ferhadim û, dendûkî qułing
destî mecnûnim û dawênî çya»
mudde’î çîte? ke małî małî
sofî meczûbe le ḧałî ḧałî
şêxî min boçî zewałî załî?
«xatrî zahîdî xałî, xałî
nîye ełbette lebênêkî řya»
kuşteyî tîrî mujem, nîme ziman
gêjî gêjawî fiřufêłî zeman
«fatîḧîNasnava edebî» tałe jyan, xoşe neman
«dûr le to îdî mepirse qurban
ḧałî«nalîKes» ke ne mird û ne jya»