pêncixiştekî leser ẍezelêkî «şêx řeza»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  414 Dîtin
bote řêgir le minî xesetedił ew şoxî lebîb
derdî min karîye, dermanî meke besye tebîb!
bote luqmanî nexoşan gułî nazdar û necîb
«demkujê ḧukme dezanim be xuda derdî ḧebîb
were sa beşqî xuda des le yeqem berde řeqîb»
wek kemend bîxe milim, zułf û peçey çîn çînit
to heçî hey emnîş hatme ser ayînit
bîke dermanî diłim maçî demî şîrînit
«were destê bixeme gerdinî billûrînit
ta wekû sifre le daxa bidřê wirgî řeqîb»
’îşqibazî legeł ew diłbere her basî sere
qatîle, xwênmije, bê řeḧme, beřastî xetere
dûrî to bo minî bê çare ’ezabî seqere
«çawî fettanî eto saḧîre ya cadûgere
ke be ’îşwe û naz deda, ’abîdî sed sałe firîb»
pîşeme şîwen û şîn, tałe le min taze jyan
yarekem zîze le min, êste legeł yar le çîyan?
ta lelay to bû diłim, da’îme serşêt bûbyan
«ta le to dûre diłî ẍemzede ey řaḧetî gyan
meşrîq û meẍrîbe mabeynî legeł sebir û şekîb»
ew diłe şête hedadanî nîye řoj û şewê
sebir û aramî nema, ẍem nebê, her boy dexewê
kwa nimûney wekû ew, lew gele key hełdekewê
«şêx degořêtewe ger çawî be zułifit bikewê
xîrqe û sebḧe, be zûnnar û çilîpa û selîb»
dest û damanî gułim bûm be nihênî û be celî
pêm gut: aşufteye dił muxlîse bo alî ’elî
pêy gutim: pîrî wekû darî le kendał û kelî
«bê feraz nabê neşîb, em qise teḧqîqe welî
min le řêy ’îşqî to nemdî be xuda ẍeyrî neşîb»
leşkirê hate serim, serbeserî derd û meraq
goşegîr bûm le kenarêkî, ne keyf û ne mezaq
«fatîḧîNasnava edebî» pîr û kenefte, ne desî mawe ne laq
«taqetî taq buwe bê çare le jêr barî fîraq
bike řuḧmê be «řezaKes» çake teřeḧḧum be ẍerîb»