pêncixiştekî leser hełbestî «’usmanî wecaxî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  451 Dîtin
ax! le des ew çawî bazî bote askî bendenê
min le dûrî kułmî yar û, xałî sîne û gerdenê
her wekû bulbul denałê, dił le goşey gułşenê
«ba nejîm çî dî le dinya agirêkim ber denê
çunke mî’adî fîraqe, koç û koçbar lê denê»
mat û xembar û peşêwim, zîz buwe lêm pêkenîn
gułşenî çoł kird be carê, guł’uzarî nazenîn
wa le ḧesret koçî diłber, her dekem giryan û şîn
«bax û gułzar û çemen kewtûne şîn û guł werîn
wa hezar dastan degrya sûreguł bo sosenê»
tarî dił ewřoke neẍmey kûsî hîcret lê deda
menziłî yaran leser dił, daxî ḧesret lê deda
payze derdî cudayî barî ezyet lê deda
«bay xezan dîsan le gułşen bezmî meynet lê deda
soz û nałey ’aşiqane, ḧeşir û qyamet řadenê»
«wezneCih» çend xoş bû, kelêy têkeł debû nûr û şu’a’
êste her awazî kunde, carubar dête sema’
pak be tałanî xezan çû, gewher û zêř û meta’
«payze, fesłî xezane, mewsîmêkî elwîda’
wişk û řeq deřwa be bada, her gya û her qopenê»
ax! le des derçû řefîqan, xoşîy û keyf û feřeḧ
deştî wa xoş çuł û hołe, lêy nema şewq û şebeḧ
çendeman lê kird qumarî bade û cam û qedeḧ
«çomî weznê bû ke caran her wekû qews û quzeḧ
řeng û elwanî degořî, mîslî şarî lendenê»
kwanê řeşmał û hewarî çawkejał û esmeran
kwa nesîmî ’etrî zułf û lar û lencey diłberan
ey xezan kwa bax û gułşen lax û popyan hełweran
«ey zewî caran ke to bûy cêy hewarî diłberan
meskenî sed lifkeşoř û berbemûr û berbenê»
çon nekem hawar û giryan, şîwen û şîn, nałenał
çoł buwe ew deştî wa xoş lêy nemawin dîdekał
řengî xoşît la nemawe, «wezne» bo wa bûy betał
«toz û xołî me’beranit deyřfênê bay şemał
kîj û kuř elḧeq le coşin, bo pesîw û bapenê»
ey xuda ta key le cerg û sîne řaçê xaruxes
řoj û şew wêłî wiłat bim, řojgar biřwa ’ebes
şerte ta mawim diłî xom naxeme gêjawî kes
«çûn felek xoy bê wefaye qet wefay nabê be kes
barî hîcran xoş û naxoşî leser dił dadenê»
zułfî řeşmarî le gerdin ḧelqe ḧelqe û çîn be çîn
’eskerî řom û feřengî, sef be sef bê řeḧim û dîn
wa be ẍemzey çawî diłber, dił nexoşe û piř birîn
«tabî cewrî hîcrî yarim lê biřa, têrim le jîn
ḧazirim qabîz eger bê, gyanî şîrîn heł kenê»
«fatîḧîNasnava edebî»! cewrî zemane qaweqawit lê deka
her wekû dujmin be to bê gurge řawit pê deka
derdî dûrî dewrî dawî seyre çawit lê deka
«peykî tenyayî ewa «’usmanKes», siławit lê deka
ta ebed nayête dewrit cem’ û destew qoşenê»