pêncixiştekî leser hełbestêkî «zarî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  407 Dîtin
’ezîzim mudetêke min be ’îşqî towe meřbûtim
hemîşe wa le dût wêłim, be hîway qewlî pêşûtim
birîndarî mujey tîr û giriftarî dû gêsûtim
«le tarîkî şewî hîcram û muḧtacî çiray řûtim
le kuncî arezû dûr û, legeł marî xemit cûtim»
guł’endam! lêt ’eyane ’aşiqî zułfî biławî tom
firîwxurdey şede û lacang û ebroy jêr kiławî tom
ewîndarî ser û sîne û, şemamey şilk û xawî tom
«hemû kes ba bizanê çake wa min gîrî dawî tom
ẍułamî xałî muşkîn û qedî barîkî wek mûtim»
le ḧesret perçem û zułf û nîgay çawî şehênî to
diłim sûta wekû qeqnes, be we’dey diłpisênî to
biłêm çî? şox û şeng û laleřengî xemřewênî to
«le sayey awrî ’îşqî cemałî diłřifênî to
’emarî neft û gogird û xezîney berq û barûtim»
ewey ’aşiq be řûy to bê, le ḧałî xoy herasane
leber zułim û cefay zorit, hemîşe karî giryane
ewîndar û xerîdarit, be daym mat û ḧeyrane
«egerçî agirî ’îşqit biłêse berze, sûzane
minim emřo, semender nawim û hêlane nasûtim»
nîye satê hedadanit, şew û řoj her dekey zarî
dezanim wek minî şeyda, be dawî dił giriftarî
kesê ’îşqî le diłda bê, be luqman nakirê çarî
«eger dawid tewfîqî xuda bêt û neka yarî
emin key pałewanî me’rekey meydanî calûtim»
hetakey «fatîḧîNasnava edebî»? sewdaser û wêlanî dûy yarî
le çawan, duřiř û mercanî eşk boçî dekey carî?
leşanit nîştuwe tozî xetabarî û cefakarî
«gedayî bê penah û, bêkes û gerdinkeçe «zarîKes»
be řeḧmet destî bigre, ez ẍułamî dest û bazûtim»