pêncixiştekî leser dû beyte şî’rî «seyd řeşîdî burhanî» nasraw be «çaweşî pîr»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  157 Dîtin
xadmêkî řût û qûtim, bê xełat û mûçeşim
barî serşanim girane, zor le şadî bê beşim
bêkes û xizim û birader, take małî dêkeşim
«zahîren fermûte min serdarim û saḧêb beşim
gîrudarim pê dewê, min şêre killoy mameşim»
ew kesaney goşegîrin, xoşewîstî ewlîyan
małî dinya bê wefaye, merd ewanen bê řyan
to ke êmet xoş dewê, çîte le małî sofîyan
«lanî yusif bermede bo xergelî ye’qubîyan
ber dedey be gunim, çi kêrim pê deçê min çaweşim»