pêncixiştekî leser hełbestî «zûdî»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  200 Dîtin
gułî dił wişk û pejmurdey giře û sozî şemałêke
nexoş û lerz û tamezroy wîsałî çaw kejałêke
bebê diłber çi jînêke, çi şîn û załe załełêke
«diłî min her esîrî dawî zułfî meh misalêke
be le’net bê diłêkî her demey meḧwî cemałêke»
le bazařî ’îşqibazî be dił min bûm xerîdarî
be dił pabendî gîsû bûm û memkî ser be gułnarî
gutim ey dił heta key to ewende mat û xembarî
«le sîney ’alemî ’îşqa, heye sewdayî diłdarî
le xanûçkey diłim tenya ewînêk û xeyałêke»
leber giryan û nałe û şîn, dił û cergim buwe let let
be firmêskî swêr û sûr, ke coge cogeye û şet şet
nemawe nûrî çawanim, hemû sînem buwe xet xet
«tirîşqey teł’etî yarim, le dił nabê ẍirûbî qet
enîsêkî dił’araye, eweş feyz û kemałêke»
be quwey cazbey ’îşqî, şew û řoj her leser řême
wekû mecnûn le kêwanim, kujawî destî leylême
temaşay qelbî piř’êşim, serapa xwên û piř kême
«emin wek zułfekey diłber, esîrî xakî jêr pême
ewîş qet řû le min naka ’ecayb sił ẍezalêke»
hemû saman û dahatim, be egrîcey biławim da
dił û dînîş nema, pakî, be zułfî têkşikawim da
guł’endam, tîrî ebrokey le nêw cerg û henawim da
«îta’ey řoj û şew lêkřa deka ḧîret le çawim da
ke ’ebdî şewqî kułme, ya syahî zułf û xałêke»
weha mestî meyî ’îşqim, nîye sebir û qerar û xew
be dawî perçemî gîram, wekû baz û şehên û kew
xeyał û fîkir û tedbîrim, leser ew bû be řoj û şew
«eger neqşî dił’aramim le dił laçê le daxî ew
jyanim tał ebê emirim deqîqêkim be sałêke»
diłê bê soz û nałîn bê, be nûkî xenceranda bê
diłê bê hemdemî guł bê, be nêzey efseranda bê
diłê dûrî le yaran ka, be nêşî neşteranda bê
«diłê bê diłber û xałî le ’îşqî diłberanda bê
cemadêkî řeq û wişke, ’eceb aşufte ḧałêke»
meḧałe ḧorîy cennet, be ẍemze wek gułî min bê
meger yaqût û gewher wek şemamey serçiłî min bê
’eceb sewdaserim ewřo xudaye guł gułî min bê
«be řeḧmet bê diłêkî wa le ’îşqa wek diłî min bê
ke bendey kułme, bestey zułfe, kuştey çaw kejalêke»
umêdî jînî min yare, berî nadem hetakû hes
le dinyada heme yarê, necîb û nask û newřes
diłêkî ser çiłanim bû, gułêkî dûr le xar û xes
«debê ’aşiq mweḧîd bê, be me’şûqêkî zîba û bes
newek wek bulbulî şeyda, ke ḧolî her gułałêke»
were saqî dexîlit bim, be yadî çaw kejałî min
be serxoşî lebom têke, bibîne qîl û qałî min
wekû bulbul le tawî guł, çi xoşe nałenałî min
«were diłber, be çawî merḧemet binwaře ḧałî min
le wêraney derûnî min, çi girye û nałenałêke»
nîgahêkî dił’aramim, be mafîhay cîhan nadem
eger satê le yadim çê, debête şîwen û matem
bizane «fatîḧîNasnava edebî» çone, ẍułamî tom hetakû hem
«eger bimkûjê diłber şadmanim, pêm dełên ’alem
şehîdî ’îşqe «zûdîKes» zamdarî pence’ałêke»