pêncixiştekî leser ẍezelêkî «seyd ’ebdulqadrî seyadet»

«darî teqłe»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 3 Xulek  217 Dîtin
mîslî mecnun řoj û şew boçî le kosaran nebim
cerg û dił sûtawî şem’î meḧfelî yaran nebim
lêm geřê axîr nefesme, çon wekû haran nebim?
«herwekû xunçe eger daym leser daran nebim!
şewnimêkî serispardey bax û gułzaran nebim»
kołewarî ’îşqî tome gyane bê xurd û xewm
bulbulim, bo toye nałey her sebaḧ û her şewm
bê newa û řût û qûtim, pêşê çon bûm her ewm
«sûrme nîm nazdarî pêş çawan bim û ber dił kewm
eşkî dakewtû leser řêbazî nazdaran nebim»
wişk û pejmurde û nexoşim, dey were badî seba
zor lemêje çaweřême bêy biłêy pêm: merḧeba
xozge wek caranî pêşû diłberim meylî heba
«yek nefes wek carî caran naye ta gyanêk neba
yek nefes ’umrêke bo min hawdemî caran nebim»
şadîy řabirdûm herçî bû, min be sałêk damewe
barî serşanim girane, boye wa çemyamewe
řoj û mang û sał tewaw bûn min wekû xom mamewe
«hênde min serkut kiram û kewtim û hestamewe
bûme darî teqłe ger dardestî naswaran nebim»
ḧepsî dawî zułfî tatam, řenge hergîz derneçim
bûme perwane leřastî şem’î řûta milkeçim
her desûtêm û desûřêm, naygirê bextî keçim
«wek nesîm sûk bał û, bê wîstêkî dił dêm û deçim
bo ewey barî giranî xatrî yaran nebim»
marî dû zułfî dirêjit, wek kemend řaxsituwe
çawî fettan û xumarit, piř le naze û xewtuwe
pêçî egrîce û şedet tîrî diłmyan girtuwe
«dił le dawî perçem û zułfî perêşan kewtuwe
xatirim cem nabê têkeł kořî diłdaran nebim»
bew çiley hawîne nałet têkełî bilwêr bike
wek şemałî ber beyanan, řû leçyay hełdêr bike
to were seyrêkî çomî eşkî dîdey swêr bike
«wek kizey bayek were, mezray diłim zenwêr bike
xunçe ba bikirêtewe û, muḧtacî ber baran nebim»
derdî dûrî zor girane, qet be min hełnagrê
her kesî hawřazî to bê şadmane û namrê
payzim sexte, ke zistan sard û sermay damrê
«we’deyî dawe behar bêt û beserma řabrê
yaxwa bay we’de bê û meḧrûmî dîdaran nebim»
«fatîḧîNasnava edebî» xizmetguzarî êweye, bexwa «seydKes»
hełgirî fermanî toye, bê şirût û bê qeyd
kuşteyî dîdarî yare, bê diro û mekir û keyd
«pirdebazî řêgeyî beynî wefa û yare «seydKes»
çon debê pêşêlî lomey yar û eẍyaran nebim?»