pêncixiştekî leser ẍezelêkî «nalî»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
518 Dîtin
le dûrît kar û pîşem bote řořo
şew û řoj dadenîşim destew’ejno
kebabe dił, sûtawe, piř le boso
«nemirdim min eger em care bê to
neçim şerte heta ew xware bê to»
qesem bew tîrî ebro û çawî kałî
be zułf û perçem û dû lêwî ałî
be narinc û şemam û pirteqałî
«derûnim xałye, wek ney denałî
hewarêkî çi piř haware bê to»
’ezîzim, çawekem, ey yarî newřes
ewen sûtam, le tawit bûme qeqnes
heta key çawekem giryan? biłê bes
«bînayîm kwêre heł naye be řûy kes
mujem yek yek dełêy bizmare bê to»
be şewqî tel’etî řûy tabnakit
be estêrey cemałî zor řûnakit
be egrîce û peçey dawdaw û takit
« qesem bew şerbetî dîdarî pakit
şeřabim ’eynî zehrî mare bê to»
le pêş çawim meřo, bo xot dekey win?
lebo pêm şad dekey to dost û dujmin
le tawit tałe jînim, xoşe mirdin
«lelay to xar û xes gułzare bê min
lekin min xermenî guł xare bê to»
le wesifit çî biłêm ey yarî cwan xas
le cergim hełçeqî mujganî ełmas
be heqqî ayeyî «min şiraluswasErebî»
«lekin min ba wecûdî nas û ecnas
kesî têda nîye ew şare bê to»
xudaye jînî min bo wa buwe tał
le des derçû becarê bext û îqbał
le tawî perçem û zułf û xet û xał
«hemû řojê letaw hîcranî emsał
temennay mirdinî pêrare bê to»
guł û bulbul ke wextê lêk cya bûn
wekû gułxunçekey min bê wefa bûn
be carêk herçî doste bê beqa bûn
«heta tom aşna bûy aşnam bûn
emêsta mû be mû eẍyare bê to»
le tawit «fatîḧîNasnava edebî» her wa denałî
giriftare be ebro û zułf û xałî
desa ey guł bike řuḧmê be ḧałî
le ḧesret qeddî serut çawî «nalîKes»
dû coge, bełkû dû řûbare bê to»