pêncixiştekî leser ẍezelêkî «nalî»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
452 Dîtin
were ey şox û şengî şilk û lawim
gułî bonxoşî ser kanî û serawim
şilêr û şeşpeř û gyabend û xawim
«’ezîzim, řuḧî şîrînim dû çawim
deway zamî dił û cergî biřam»
be min hełnagrê ew bare qurse
le nałîn û henasey şew bitirse
emin kurdim, gułim sertopî furse
«eto şa min geda dadim bipirse
le zułmî çawî bîmarit kujawim»
mełê pîre le ’îşqa zor leserxom
xemî to qûte bo min, gyane! deyxom
şehîdî tîrî ebroy xencerî tom
«eger nedeyte des xom qatîlî xom
le řojî axîretda bî pênawim»
kujawî tom be nazî çawî cadût
wekû berdî tewafe xałî hîndût
sîḧirbaze, tenafe tarî gîsût
«desa lade serî zułifit leser řût
ke řûtî řûtim û mayl be tawim»
le mil xomî dexem zunnar û xaçê
be zułifit ger nełêy lew sûçe laçê
eger tîrî mujet lem singe řaçê
«lebatî xwênî xom řazîm be maçê
desa bîde heta zîndûm û mawim»
denałê bulbulêk lew serkelane
ke fesłî payze û katî xezane
çîye ew nałe û şîn û fuẍane?
«ewa nîşaneyî mergim ’eyane
ke min ẍerqî xem û xwên û zuxawim»
be daym kar û pîşem bote giryan
gehê mest û xumar û gahê ’uryan
şika piştim, çemawe bote goçan
«meken men’im le şîwen ey řefîqan
ke meḧzun û ẍemîn û diłişkawim»
be heqqî eḧmed û esḧab û alî
le dût wêłim, nezan û la’ubalî
be gyanî «fatîḧîNasnava edebî» û ebroy hîlalî
«le jînî xom umêdim qet’e «nalîKes»
ke sûtawe hemû cerg û henawim»