kîjî ladê

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  3690 Dîtin
kîjî ladêyî neşmîlî cwan çak
bê fiřufêł û hêdî û dawên pak
eto her zigmak weha cwanî
tewalêt çîye? nawî nazanî
nîte kirasî ḧerîr û poplîn
gewherî pêçray lenaw xamî şîn
«podir» û «kirêm» û matîkit nîye
her netbîstuwe «odî kiłon» çîye?
netkird sûraw û sipyaw çun dûrî
le şarî, keçî her sipî û sûrî
«fêř»t lê neda biskeket lûle
řêjîmit negirt bejinit wek tûle
lacangit wekû giznigî tawê
her bo xoy cwane tîf tîfey nawê
kułmeket wekû gułałey geşe
bê sûrmeş çawe mesteket řeşe
wekû firmêskî aşq řûnakî
wekû awingî beyanî pakî
fêr nebûy sîḧir û kiştek û nuştû
necge gurgit, heye ne mûrû
mayey humêdî kîjî çawheło
nazanî mekir û cambazî û diro
çarşêwit nîye řû nagrî le kes
namûsî xote pasewan û bes
be tasketask û belencewlarit
be bejin û bałay berz û lebarit
bedłî sade û behestî pakit
beşerim û ḧeya û akarî çakit
minit kirduwe şêt û wêtî xot
wexte le swêyan gyanim derçê bot