dwařojî řûnak

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 3 Xulek  2480 Dîtin
le mêj bû heqqî kurd dexura be fîřo
le mêj bû kurd bû deykird şîn û řořo
le meydanî şeqênî dujminîda
serî serdarî kurdî bû wekû go
be dewrî laşî nîwegyanî ewda
hezar gurg û çeqeł deykird miłumo
deyanbest bo kutanî merc û peyman
henawî lêy dehat boçřûk û boso
le dêda emnyey lê bibuwe mêmił
le şarî «şarebanî» lê bibo so
hezar lawî le bendîxaneda mird
hezar pyawî tenafî xiraye esto
kuřî kurdî le xwênî xoy degewzî
kiçî kurdî serî kirdibuwe ejno
ewey sûkayetî bû kirdî pêman
nedekira kes biłê bo wa dekey bo?
biřa nêfek, diřa serpêç û desmał
bira kîj û dira kuř pałepesto
gułistan û zemendî kurdewarî
bepêy dujmin debû pêşêl û bojo
deyankird deẍłudanî ême beş beş
deyanbird danewêłey ême koko
ewî genmî řenêw dêna bezeḧmet
le małîda nebû xoy zimheřêk co
le kîseyda nebû tałayîy tûtin
ewî sazî dekird sîgarî «uşno»
be dû gez cawewe xewnî debînî
ewî ’embarî şay piř kird le pemmo
penîr û řonekey ême bezarî
ewan dexura, dema bo ême her do
mirîşk û qaz û bařoke û mirawî
beşî wan bû, beşî êmeş peřupo
le şara takû «tabîn» cerde û diz
wiłatyan kirdibû tałan û tapo
hemû sûk û çirûk û pest û bedxû
hemû napak û na’însan û namo
leber zułim û fişar û cewr û bêdad
çilon têk çûbû lêman řayeł û po
cilîtbaz kengê deywêra biłê hew
felexwê kwanê deywêra biłê ho
lejêr barî giranî zułmî dujmin
deyanbird meznekanî gewre nisko
lepiř cûlawe xełk û têkî řûxand
binaxey koşkî îstîbdadî yaro
şika bêgane, paławtî letirsan
kuřî kurd, hatewe dîsan helî to
mewêste, xot megnixêne, metirse
le fîşał û le buxtan û le demgo
hete ḧîzbêkî dêmukiratî pêşřew
ke pêwîste le dewrî kowebî ko
le sayey ḧîzbî dêmukiratî xoman
le bałdar têpeřî ewřoke pêřo
desa xot hełke řê bibře be gurcî
biřo pêş bê wiçan, lê bixuře, bajo
nema dax û pejare û matem û xem
zemanî hełpeřîn û bezme îmřo
le şayîy êmeda nabînî êsta
kiçêkî dił bexem, lawêkî bê do
dirozin boy bizir bû, hate meydan
kiçî aza, kuřî lêzan û heqgo
tuxûnî dujminî bedkare nabîn
ke sûtawe desî ême bepşiko
zimanî ême ger nazanê dujmin
debê ḧałî bikeyn ewcar be biřno
le pêşmandaye dwařojêkî řûnak
îtir naxurê heqî ême befîřo