řojî şadî

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  3055 Dîtin
řojî xoşî û pêkenîn û dawete
hey çi řojêkî beqedir û qîmete
cêjnî serbestî û demî azadîye
katî ’eyş û noş û şayî û şadîye
bergî řeş îtir leberman dadřa
bendekî dîlî û esaret hełbiřa
ser biłîndîn çunke wa ałakeman
hełkirawe geyîye teşqî asman
perçemî sûr û sipî û sewzî eme
şadîhêne laberî derd û xeme
sûrekey yanî ewey bête binim
xwên debê biřjênê bo parastinim
sipyekey yanî kesêke řû sipî
hîç şitêk neykirdibê mat û kipî
sewzekey dênête berçawan wiłat
ew demey fesłî beharî cwanî hat
tîşkî řojî kurd lejêr hewrî sya
hate der engawtî wa lûtkey çya
dû gułî genmîş dełê her kiştukał
zor biken miştî biken ’embar û çał
pêt dełê nûkî qełem; nûkî qełem
zor le şîr baştir deparêzê ’elem