yadgarî şîrin

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 4 Xulek  11518 Dîtin
çawekem! çawî řeşî to afetî gyanî mine
gyanekem! birjangî tîjit nûke řimbî dujmine
şîrî destî şêrî ałaye biro řakşaweket
cergî lawêkî hejarî kurdî wird pê bincine
dîdekey bexumarî to turkane bedmestî deka
boye meylî wa be kêşe û fîtne û xwên řiştine
bejneket sêdareye, kezyet tenafe zûbe dey
bîxe estoy min ke kurdim kurd beşî xinkandine
zamî cergî min be fermûdey girawî swarî kurd
mełhemî her jengî gware û areqî ber gerdine
arezûme hîç nebê carêkî maç kem zarî to
arezûy min çûke, emma ta bifermûy şîrne
dił be girmey topî gewrey dujminîş řaneçłekê
dadexurpê em diłe emma be xirmey bazne
xełkî dinya řazî diłdarî be bêtel pêk dełên
řaspardey law û kîjî kurde êstakeş şine
řojî bextî her le jêr hewrêkî řeşda lawî kurd
takû řuxsarî kiçî şarî le pêş çawan wine
nayełê goşey biroket derkewê çarşêweket
ey le des ew çiłke hewre manî’î mang dîtne
çon debê serbest gelî jêrdest ke kiç dabeste bê
bes nebê ew koyletî û ew kiç le jûr dabestine
derkî daxsituwe le to babit keçî derkî nîye
derkedaxsitin le to derkî humêd daxsitine
dařzîne, mirdine, axir heta key pêt biłên
nabê bête der le mał, mafî jyanî kwa? jine
lade çarşêwî řeşt ba derkewê kułmey geşt
çun le qernî bîstema zor ’eybe ew řûgirtine
kîjî xełkî bomî atomî dirust kird û etoş
her dezanî nawî «estêwiłk» û «derxone» û «pine»
fêrî zanist û huner bû ew le sayey xwêndinî
toş teşîman bo deřêsî yadgarî şîrne
ew be asmana fiřî, dinya geřa, çuwe bin beḧir
dek nemênim karî êweş her le jûr danîştine
kuř bezêne ew le ’îlim û ew le kar û sen’eta
gorewîşe sen’etî to, pêt xenî bûm bîçne
ew peçe û řûbend û çarşêwey nedîwe nenkî to
ew şiř û şałate dyarî dujminî dił çiłkine
kîjî şêx û kîjî ḧacî û kîjî aẍa řenceřon
kîjî azade ewî jînî be nûkî gasne
şengebêrî yar û desbarî kuřî koçer nebê
çon degate cê hewar û hobe ew barge û bine?
qełşî dest û kułmî sûtawî kiçî ladê nebê
çon degate destî desbiř ew hemû ta tûtne?
nîsk û nok û maşî naw ’embarî aẍay miftexor
pak le sayey deskeney zîn û mirot û swêsne
şořejin binkoł neka biřkey be qirçey nîweřo
çon le kałek têr debê ew zig zile bêstan řine?
kwa meta’î kurdewarîman deçû bo henderan?
ger be serbestî nejîba ew kiçe mazûçne
bêr û hawêrî legeł kakî nekirdiba bin pişk
çon demanbû ew hemû goşt û penîr û bergine?
dest û kerkîtî kiçî nazdarî hewşarî neba
çon deřazawe be qałî şar û bazařî sine?
ba hezar «zê» û «gader» û «lawênî» řûnîşman hebê
takû jin azad nebê, serçawekey jîn lîxne
koyletî bawî nemawe, kîjî kurdî xoşewîst!
řapeře, heste le xew, axir çi wextî xewtine?
derke bişkêne, peçe bidřêne, řake medrese
çarî derdî kurdewarî xwêndine, her xwêndine
daykî zanaye kuřî aza denêrête xebat
min gutim toş têbge «nagate deryaye zine»
gwarekey zêřit bekar naye, le gwê bigre qisem
layqî gwêy to ’ezîzim şê’rî sadey hêminNasnava edebîe