tom her lebîre

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  9602 Dîtin
le şayîda le wextî hełpeřîna
le xoşîda le katî pêkenîna
le kořî matem û giryan û şîna
emin ey nîştiman tom her lebîre
be şew takû beserma zał debê xew
be řoj takû dûbare dêtewe şew
le katêkda ke dedwênim em û ew
emin ey nîştiman tom her lebîre
zemanêkî ke deçme seyrî gułzar
legeł polî řefîqanî wefadar
tenanet wextî desbazî legeł yar
emin ey nîştiman tom her lebîre
le kwêstanê demî řaw û şikarê
le mezraye ke xom hełkird le karê
le cêjwanê ke dekuşim memkî yarê
emin ey nîştiman tom her lebîre
dekem terxan le řêy toda jyanim
le sengerda berewřûy dujminanim
be xakî to dimî awîlkedanim
emin ey nîştiman tom her lebîre