kiłpey derûn

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  540 Dîtin
azîzem, leylim, dîdem, diłdarim
arezûy diłî piř êş û zarim
şiney şemałî demew beyanî
şořebî berzî dem çom û kanî
awî befrawî kwêstanî serdem
wenewşe û şewbo, gułzar, xunçedem
haje û qełbezey «gader» û «lawên»
tîşkî hetawî cwanî xem tawên
melî tîjpeřî asmanî xeyał
gułałe sûrey lapałî xał xał
şořejin, bêrî, ḧorî, perîzad
nazenîn, diłber, sinewber, şimşad
çinûr û qumrî, yałî piř le guł
befrî le dem kel, gułî leser çił
gyabend û xaw û, şilêr û şeşpeř
kełeget, şîrin, diłřifên, diłber
azîzim! şertî diłdarî waye
derd û meynet û cewr û cefaye
tuxwa key azîz waye diłdarî?
diłdarî yanî giryan û zarî
yanî sûtan û girtin û kuştin
xwênî cewanan be naheq řiştin
azîz, çawekem, key ewe jîne?
key ewe şyawî toy nazenîne?
key ewe řesim û yasay wîjdane?
key nexoş cêgey ḧepis û zîndane?
kiłpey derûnim bosoye boso
nałey derûnim bo toye bo to
azîz toy leylê, mecnun minim min
şad bûn be nałem neyar û dujmin
bê meylî takey, çawkał, dîde mest?
boçî leser çî bijîm zar û pest?
sûç û tawanim çî bû, tuxwa bo?
çim kirdiwe, boçî demkey řenceřo?
azîz leser to wêł û awerem
be ’îşqî towe dił pare parem
bo to derbeder, kiz û hejarim
her toy dermanî diłî zamdarim
toş bezeyît bê, be řengî zerdim
be nałe û hawar, be ahî serdim
to berew hewar řoyî û nayewe
«fatîḧîNasnava edebî»yiş şîn û zarî nayewe!