kuřê nîştîman bida be dûjmin

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  446 Dîtin
kuřê bo weten neka diłsozî
nekate beheşt xakî pîrozî
her xoperist bê be fîz û pozî
ẍafił bê daym le qewm û hozî
ew kuře yaxwa her beşxuraw bê
letletî şîr û yexsîrî daw bê
kuřê serbazî neka bo weten
nîştiman neka be bax û çemen
nebête bulbul bo dar û dewen
wiłat cwan neka wek askî xuten
ew kuře yaxwa kirmoł û leř bê
lenêw ’alemda wek segî geř bê
kuřê şew û řoj nekoşê bo gel
be bêhûdeyî ledes bida hel
le bo nîştiman nekirê kwêr û şel
le dûjmin negrê ew kel û em kel
ew kuře yaxwa xorakî şêr bê
goc û lerzok û feqîr û kwêr bê
kuřê bo xebat neçête meydan
be xwên sûr neka diłî xa’înan
řuḧ bext neka le bo kurdistan
nexwênê dersî ḧubbî nîştîman
ew kuře yaxwa nebînê xoşî
her beşî ew bê derd û naxoşî
kuřê bo weten nekoşê be kuł
be çişnî bulbul nesûtê bo guł
le řêy nîştîman neçête jêr gił
bo berzî wiłat kunkun neka dił
ew kuře yaxwa her derdedar bê
xurd û xorakî her jarî mar bê
kuřê nexwênê bo ’îlim û huner
lenêw nezanî ser nebate der
dujmin le xakî neka derbeder
be fermanî gel bext neka ser
ew kuře yaxwa berd baran kirê
pêşêlî berpêy neyaran kirê
kuřê neçêjê sextî řojgar
neka xizmetî feqîr û hejar
bo qewm û xwêşî nebê dił figar
nebête çiray şewî řeş û tar
ew kuře yaxwa dił piř le jar bê
řoj û şew wêłî kuçe û bazař bê
kuřê wek bulbul şeyday guł nebê
şî’ir nexwênê û leser çił nebê
be şî’rî cwanî gułî dił nebê
bo berzî weten zor be kuł nebê
ew kuře yaxwa şeq û peq kirê
dexwên bigewzê û bexwên řeq kirê
kuřê nîştîman bida be dujmin
leser namûsî cergî nebê kun
negrê le dujmin kelên û qujbin
naḧezî weten neka serewbin
ew kuře yaxwa dił benasor bê
xem û pejarey hemîşe zor bê
kuřê fermanî gel îcra neka
neyarî weten mał xera neka
dujminî gelî berbeła neka
wekû «fatîḧîNasnava edebî» gyan fîda neka
ew kuře yaxwa lerz û ta girê
be serşořî gel le dinya mirê