gułî baxî jyanim

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  611 Dîtin
ey gułî baxî jyanim, ey nemamî lêwe co
boçî tenya to becêm dêłî be girye û babeřo
to umêdî jînî min bûy meqsedî řêgey necat
çon debê carê nepirsî ḧałî bendey řenceřo
şerbetî wesiłit le min boçî ḧeram kird ta ebed
xo emin her ḧazirim bo, emrî to bê giftugo
derd û řencî hîcir û dûrît way legeł kirdim heta
řûy qyamet, zeḧmete jînim bebê dîdarî to
ger be lutif û merḧemet carê bipirsî ḧałî min
dême perwaz û sema, wek baz û şahên û heło
ger biłêm: ḧorî wekû to nabê, řaste û bê řya
ba ewîş cêgey le cennet bê û etoş ehlî «çekoCih»
ḧorîy baxî beheştim her etoy ey lale řû
her etoy xunçe û nemamî «kanî sêw» û «kanî so»
besye ba bes bê hetakey her binałênim emin
taqet û hêzim nemawe çî dî nakem hatuço
dadenîşim destew’ejno her dekem şîn û girîn
ey xuda çî bû leser çî way le min kird yarî no?
ger webîrim dêtewe maçî xet û xał û demî
dił desûtê wek pepûle, deçte nêw şem serbexo
tîrî ebroy da le cergî «fatîḧîNasnava edebî» çun bêkese
sûrî kird pencey be xwênî ’aşiqî gułzarî xo