mîladî «risul alilh»

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  483 Dîtin
ey musłimanan werin, cêjney řesułî enwere
řojî pêşwazî wicûdî meqdemî pêẍembere
řojî řûnakî tilû’î hatnî «xîralbişirErebî»
řojî xoşî û şadîye mewludî şahî řehbere
řojî mîladî «risul alilhErebî»ye «xitim almirsilînErebî»
řojî piř nûrî zihûrî şaswarî meḧşere
nûrî eḧmed bû řetandî zułmetî fîsq û ficûr
mał û ser qurbanî xakî meqdemî ew serwere
merḧeba ey şafî’î cumley gunahî ’asyan
merḧeba sed merḧeba lew zêř û zîw û gewhere
taqî kîsra şeq bû lerzî, textî şahan seringun
şam û êran û yemen serpakî bende û nokere
pak be dengî piř le soz û, řû be dergay ḧeq dełên
merḧeba lew zate gewrey saqî ḧewzî kewsere
nûrî řûxsarit seraser deşt û seḧray girtewe
«hizih cinat ’idinErebî» mujdeyî toy ekbere
«fatîḧîNasnava edebî» xizmetguzarî derkewanî dergete
toş be lutfî xot pejare û derdî diłman labere