mîladî «risul alilh»

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  484 views
ey musłimanan werin, cêjney řesułî enwere
řojî pêşwazî wicûdî meqdemî pêẍembere
řojî řûnakî tilû’î hatnî «xîralbişirArabic»
řojî xoşî û şadîye mewludî şahî řehbere
řojî mîladî «risul alilhArabic»ye «xitim almirsilînArabic»
řojî piř nûrî zihûrî şaswarî meḧşere
nûrî eḧmed bû řetandî zułmetî fîsq û ficûr
mał û ser qurbanî xakî meqdemî ew serwere
merḧeba ey şafî’î cumley gunahî ’asyan
merḧeba sed merḧeba lew zêř û zîw û gewhere
taqî kîsra şeq bû lerzî, textî şahan seringun
şam û êran û yemen serpakî bende û nokere
pak be dengî piř le soz û, řû be dergay ḧeq dełên
merḧeba lew zate gewrey saqî ḧewzî kewsere
nûrî řûxsarit seraser deşt û seḧray girtewe
«hizih cinat ’idinArabic» mujdeyî toy ekbere
«fatîḧîPen name» xizmetguzarî derkewanî dergete
toş be lutfî xot pejare û derdî diłman labere