sitayşî xuda

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 2 minutes  399 views
be nawî xalîqî berzî tewana
be nawî ew kesey berzayî dana
be nêwî padşay bê mîsil û wêne
heçî dawye hemûy gence û xezêne
benêwî neş’ebexşî dił le sîne
xudawendê hewênî gişt ewîne
xuday berz û biłind û deşt û řazan
xuday ’îşq û ewîn û soz û řazan
xudayek day be adem ’eqił û tedbîr
xudayek bo hemû damawê desgîr
xudaye to be lutif û şewketî xot
be îḧsan û celal û ’îzzetî xot
be yasîn û be taha, şahî lewlak
le řojî meḧşera memhêłe xemnak
selat û hem selam biřjêne xwarê
wekû baran û řêjney dem beharê
beser řuḧî nebî şahî fitûḧat
yehud û gawrî kirdin kiş û mat
beser bûbekirPerson û ḧeyder, şêrî şerze
’umerPerson bû řom û farsî xiste lerze
ḧeyay ’usmanPerson le dinya nebuwe wêney
hemû jîrê ḧeyay kirdiwe le wêney
supast ger nekeyn zor nasupasîn
wicûdî to be lutfî to denasîn
’etat fermû be ême ’eqił û zanîn
ke netnasîn gelê sipłe û nezanîn
gunahin zor û, lutfî to ’emîme
bese bo ême xwaman zor kerîme
xudaye řuḧmî to zor bê sinûre
xetam zore xudaye lêm bibûre
nezan û natewan û pîr û xerfaw
çirûk û dûre nwêj, tawan be lafaw
«mira nibud ’imil ciz cirim ’isyanPersian»
peşîmanim peşîmanim peşîman
be ḧeqqî eḧmed û řewzey şerîfî
be çwar yarî mekoy dînî zerîfî
bibexşe «fatîḧîPen name» bedbextî ’asî
ke ẍeyrî to kesî dîkey nenasî