behar

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  547 Dîtin
behare, gułşene ew deşt û şîwe
xiř û doł piř le awe, gişt cimîwe
zewî poşîwyetî bergî beharî
wenewşe kewte sujde, boy çemîwe
«kema» û «mendok» û «bîza» bûne pêşřew
«kuřade» û «karg» û «řêwas»t nedîwe?
le hohoy şwan û qaspey kew le şaxî
dełêy bûkyan be şew bo dabezîwe
«şilêr» û «şeşpeř» û «beybûn» û «nergis»
e lew qedpałe yek yek boy çeqîwe
temaşay awî serçawey «şinozeng»
be girmuhořî hewran çon teqîwe
le baxan bulbule dexwênê meḧzûn
leser guł meste, endamî tezîwe
«hełałe» bew hemû naz û kirîşmey
e lew «çênkane» tenyaye û hetîwe
dełêy «xeşxaş» û «mêlaqe» û «gezîze»n
hemeřeng û lebare ew çetîwe
leber baz û şehênî çust û teřlan
ewa «sêrû» lebin swanan xizîwe
řetandûye befir, serma û sołe
şemał hat befrî kwêstanan bezîwe
be baran befrî zistan kewte lerzîn
lela nwałan gijugya derpeřîwe
le xoşî hatnî newroze, kuřgel
bepêxwasî deřon bow lapesîwe
le «qendîl» û «gede» û «hewşîn» û «nêrxas»
le bin her berdê kanî hełqułîwe
le «tas qoteł» biřo ta «cindewarî»
dełêy mafûreye û gułyan çinîwe
kew û, dawî bedeste «kakî zûdî»
le «hełwê» boy lebin sîpan xizîwe
kewî řawker le şaxan xoşe qaspey
qerar nagrê le cêyek ’eynî cîwe
«herûne» û «kanî sê» «gamoł» û «gewle»
hemûy xał xałe befrî lê terîwe
temaşay sen’etî barî te’ala
be baran deşt û seḧra çon zelîwe
lebo herkiwê deçî her kîj û lawin
be cûte çûne seyran bê sirîwe
were bulbul fîdat bim katî geşte
leser guł bom biłê to lew nedîwe
çi xoşe bezmî lawan katî seyran
leser ew çom û awe bê qirîwe
seday qaz û qurînge û pîre şaho
berew kwêstan hezar dołyan biřîwe
ewey dermanî derde bew behare
«kuřade» û «ping» û «kengir» û «dokułîwe»
be «kukî» xoşe seyranî der û deşt
beşî toş «fatîḧîNasnava edebî» hêlkey kułîwe