giftar dir byan nur ḧizirit fixir ka’nat ﷺ û xilqit bihişt û duzix gwîd
Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
2 Xulek
748 Dîtin
sa çûn řoy ezeł bînay bê endêş
zat bê zewał qedîm wêş be wêş
ne xak, ne zemîn, ne asman bê
ne mela’êke, ne êns û can bê
ne ’erş, ne zemîn, ne seyare bê
ne ماە, ne xureşîd, ne sitare bê
ne lewḧ, ne qełem, ne cibre’îl bê
ne beheşt, ne ḧûr, ne selsebîl bê
ne nar, ne dûzex, ne xeyr û şeř bê
ne aw, ne awan, ne beḧir û beř bê
be ẍeyr ce me’bûd ferd tenyay tak
zî beşer nebê ẍeyr ce zat pak
ne bad, ne baran, ne řo, ne şew bê
ne řoḧ, ne eceł, ne xof, ne xew bî
ḧeq ce nûr wêş ne toy perdewe
nûr ḧezretiş cya kerdewe
zat bê zewał wêş kerd we yarş
sełwat da we řûy dîn û dîdarş
cew dima bê bak tak tenyay ferd
qełem we qudret aferîde kerd
ferma binwîse. qełem ’erziş kerd
min çêş binwîsûn tak tenyay ferd
ferma eweł «la alh ala alilhErebî»
duwem muḧemmed ew «risul alilhErebî»
be’d sazna eflak ezreq
yek yek we mecbûr tebeq ’en tebeq
leyl çenî nehar, deqîqe û sa’et
fesił û mang û sał, se’b û se’adet
xwerşîd û qemer çenî sitaran
ře’d û berq û bad, hewr çenî baran
we yek îşare bînay bê endêş
sazna ce nûr, muḧemmed wêş
temam kerd tertîb her hefit asman
’erş û kursî û fewq, lewḧ û lamekan
eweł cibre’îl, duhem mîka’îl
sêhem îsrafîl, çwarem ’îzra’îl
her çwar muqeřeb îcad kerd ce nûr
pey xidmet karî daym ce ḧizûr
«ruḧ al’emînErebî» kerd we peyk řahan
pey ama û lway lay enbyahan
mîka’îl řizqiş da we destewe
řozî mexlûqat xas û gestewe
da we îsrafîl lûley nefix sûr
řoy dinya axir, dem do lêş zerûr
nam ’îzra’îl ber awerd we ber
kerdiş we qabiz erway zî beşer
we ḧukim û ferman padşay ẍefûr
baqî řoḧanî peyda bîn ce nûr
miłk û lamekan, lahût û nasût
peř bî ce melek giroy melekût
kerîm kar saz bê mêsil û nezîr
padşay ’adił tenyay bê wezîr