bisim alilh alirḧimin alirḧîm

Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
 3 Xulek  785 Dîtin
be nam bê çûn, padşay ekber
qedîm qadir, ḧeyî tewanger
be nam bê çûn ferd «zû alْcelalErebî»
cehan aferîn řoj û mang û sał
kerîm karsaz, kerem firawan
řeḧman û řeḧîm, senendey tawan
bê řeng, bê şerîk, bê bedeł, bê kes
zat bê zewał, ferd feryadřes
ḧelil muşkiłat aşuftekaran
aga ce qetre, daray eqtaran
daray cehandar, dehnidey bê bak
aferîdey cins ademî ce xak
nigedar çerx no taq gerdûn
ustad ezeł, kar «kunْ feyekunErebî»
dehendey dawer, danay bê nyaz
mê’mar dewran, dinyay řoşin saz
tenyay lamekan, ferd bê nezîr
bê dîde û bê goş, semî’ û besîr
goyay bê zeban, řehnemay celîl
furqan û zebûr, tewrat û êncîl
bê hemtay ’ezîm, «waḧîdu alْaٔḧedErebî»
taq «lemْ yelîdErebî», hem we «lemْ yuledErebî»
şehnişay ’adił, ře’ûf bê ’eyb
řazq řozî ce karxaney ẍeyb
«wacîb alucudErebî» danay layenam
řoşin efzay subiḧ, tarîk nimay şam
be muflîsan bexiş řutbey şahî der
axir hem şahan we xak muḧtac ker
xuđay bułendî û pestî her tonî
ce hestî û nîstî, hestî her tonî
řoşnayî bexiş řojan her tonî
tarîke deycûr şewan her tonî
aga be «sîrّ alْxefîyّatErebî» tonî
behrey keramat keşfyat tonî
qeyûm qaym, san’ her tonî
kerîm û mu’tî, bê man’ tonî
dinya û mafîha, eşya gişt tonî
fewt û mewt û sewt, eḧya gişt tonî
ḧereke û cunbiş cismanî tonî
quwey zor û zat řoḧanî tonî
ẍerez hîç nyen, herçî hen tonî
her ca ḧazrî, nimez ce konî
nezdîk ter ce řeg gerden we gişt kes
to nezdîk terî ferd feryadřes
ya ḧeq we kerem biđer tewfêqim
tewfêqit ce ser bibo řefêqim
řoşin ker şu’ley bînayî ’eynim
perdax der ce ’am ayêney zeynim
teb’im ne caran xaster mewzûn bo
ferdim çûn daney duř meknûn bo
têẍ zebanim sewhan dey ce no
biřişt bo we çerx guşay feził to
heway xeyałim bibo be cewher
ḧucrey derunim peř key ce gewher
ta bwaçûn mediḧ şay buřaq swar
eḧmed, muḧemmed, mustefay muxtar
«xetim almurselînErebî» ḧebîb dawer
şefî’ dîwan zilziley meḧşer
her ew şew mewlûd pak şerîfiş
ama we dinya cisim letîfiş
mu’cêzey tifłîş takû çil sałe
yek yek beyan kem çûn bin qewałe
giroy ehil û beyt şay «xîral’enamErebî»
xulefa û esḧab, zumrey xas û ’am
me’reke û cidał, her çî bo lizûm
ẍezay qetił û ’am kafran şûm
cem’ esḧaban şay «xîral’enamErebî»
ber muḧemmed bo sełwat û selam
şecî’ esḧab şay «xîralbişirErebî»
bawerûn we nezim çûn duř û gewher
kitabçey şîrîn çûn tuḧfey şaran
řewac bo daym ce lay dîndaran
her kes bwanoş we êxlas pak
şefa’et xwaş bo şay tac «lewlakErebî»
wacben senay salaran dîn
xuđa řazî bo lêşan ecme’în
her ce ew sa’et ta řoy ’eresat
ber sefa sefay mustefa sełwat