10

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 20 Xulek  1067 Dîtin

cwamêr ke le qisekanya geyşte êre çawêkî be hawdemekanya gêřa witî:

― lam waye bese ba lêreda bîbřînewe dastanekem tamî tya nema, hemû becarêk wityan:

― ne be xwa ebê qisekeman bo tewaw bikeyt, taze xerîke baseket xoş ebê. dey tu xwa!

cwamêr kewtewe qisekirdin:

― be řêwe bîrim le qisey kabra ekirdewe, wekû şitê pêm giran bû tirsinokîy hendê xebatker, dayerey asayş bigeyenête ew ře’yey kewa lêdan û azardan çaktirîn û nizîktirîn řêgeye bo pê‌lênan wergirtin û nihênî derxistin egerçî eşmizanî jimarey em çeşne kese bêwre û xoperist û tirsinokaneş zor kemin le řîzî xebatkerekana - ke daxim naçê min xom yekêk nîm lewan - legeł eweşa em jimare keme zyanêkî zoryan geyanduwe be endam û bizûtnewe û wirey komełanî xełkîş, çunke cige lewey ke nihênîy giring û nawî xełkêkî zoryan dirkanduwe, cîhazî piřupagandey mîrîş ta ewpeřî twana kełkî lem bezîwane wergirtuwe bo řûxandinî wirey xełk û nehêştinî baweřyan be bizûtnewe.

bepêçewaney ewe bizûtnewe neytiwanîwe kełkêkî ewto wergirê lew jimare zore řołe nebezaney ke lejêr dara řizênrawin û be’azardan kujran bê ewey dujmin bitwanê wişeyekî zyandar le demî ew qaremanane bibîstêt!

herçonêk bêt egerçî min lew kateda zortirî le barî deskewtî xomewe seyrî meselekem ekird bełam lew ḧałey mina hîç cyawazîyek nebû lenêwan destikewtî min û deskewtî giştîda eger îş baş biřoyştaye minîş tûşî em çurtime ne’ebûm. herçende bîrîşim lewe ekirdewe kewa bexutuxořayî lejêr dar û azara emkujin bezeyîm be xoma ehatewe û cinêwim eda be řijêm û qanûn û ḧikûmet û tenanet bizûtnewe û partîş, emut her em birînem pêwe nebwaye lewanebû řizgarim bibê, bełam êsta meger her xwa xoy bitwanê şitêkim bo bikat. le hemûşî naxoştir lelam ewe bû ke le hîçya nebûm. wam lê hatbû be awatim exwast ke qisekanî kabra řast bwaye û le şitêka bûmaye bo ewey barî sizakemim ewende la giran nebêt.

dergay jûrêkyan bo kirdimewe yekêkyan pałêkî tundî lenakaw pêwe nam bedema kewtime naw jûrekewe ta destim le seruçawî xom kuta bizanim kwêm şikawe û hestamewe ser pê dergay jûrekeyan xiř daxsitewe, le pêşewe wek bit le cêy xom çeqîm çunke herçî řûnakî bê le jûrekeda bedîm ne’ekird. berebere çawim be tarîkîyeke řahat řwanîm bała pyaw û nîwêk beramberim le çend dirzêkewe dawe řûnakî dêne jûrê way tê geyştim ke pencereye û lew dîwewe çînkoy pya gîrawe. bełam řûnakîy ew çend dirze her beşî ewey ekird ke pyaw řoj û şewî pê le yek cya bikatewe. pelim gêřa dîwarêkim dozîyewe destim pêwe girt û be lepkutan pya hatim bo ewey bizanim gewre û biçûkîy jûreke çende û çî tyaye.

dîwarêkim tewaw kird hîç şitêkim nehate řê ke werçerxamewe pêm ber tenekeye kewt wergeřa dengêkî zil û naxoşî lêwe hat demarî girj kirdim wîstim biřome pêşewe wa dyar bû tenekeke kewtibuwe ber pêm bo ewey lêy hełne’engutim danewîmewe destim ber teřayîyek kewt, gwêm nedaye, pelim kuta tenekekem řast kirdewe û nûsanim be dîwarekewe dîsanewe leserxo kewtimewe geřan be juwekeda, lepiř pêm le şitêk gîr bû xom řatekan destim teř û dîwarekeş lûs lengerî lê têk çû, xom pê negîrayewe, kewtime zewî, nawçewanim day be şitêkî řeqa, gurc destim bird bo nawçewanim, teřayîyekî pêwe bû nemzanî xwêne ya awî naw tenekekeye ke be destimewe bû! ewendey pê neçû azarî serim û hatne xwarewey teřayî be seruçawma têy geyandim ke nawçewanim şikawe, le cêy xom bê cûłe danîştim. deste wişkekemim bird bo gîrfanekanim hîç desesřê ya peřoyekî tya nebû, be çimkêkî kirasekem nawçewanim siřî.

bîrim kewtewe kewa cigere û şixartem le gîrfana bû keçî tya nemawe, bêguman pişkinîwyane û deryan hênawe. herçonêk bû parçeyekî dirêjkolem be dan le kirasekem kirdewe û be tarîkî nawçewanmim pê best hîç nebê xwênekey bwestêtewe, lemeda bû hestim kird teřayî geyşte leşim ke pelim gêřa zanîm awî naw tenekeye û ew şiteş ke pêmî tê gîrabû ełqeyekî asne, bêguman bo xełk pêwebestinewe bekarî ehênin. tirsî ewey ke neweka her hestim bikewme çałêkewe ya tûşî gaşeyek bibim desewsan le cêy xom hełtirûşkam, teřayî zorî bo hênam. lêreda bo yekem car hat be bîrma ke ebê ew tenekeyey pêm berî kewt mîzî tya bûbêt, çunke bon mîzêkî pîs le jûreke ehat.

ewende qêzim hatewe wexte bû biřşêmewe, qaçim şil bû, zamî birînekem hatbuwe swê, wa dyar bû kulabuwewe, serîşim eyeşa, be qingexşikê û pelkutan xom geyande dîwareke pałim pêwe da.

beynê bîrim le ḧałî xom kirdewe, be xomim ewt hestim dergake bideme ber mistekołe naçaryan ekem dên, beşkû pêyan biłêm pêxew û xorakim bo bihênin! bedem em lêkdanewewe bûm katêkim zanî yekêk laytêkî dawete ber çawim û be jûr sermewe westawe xerîke belûteşeq řastim ekatewe, ełê: heste naneket bixo!

minîş destêkim daye ber tîşkî laytekey û pirsîm:

― kwa nan? çawim le hîç nîye.

laytekey řû kirde ber demim. dîm kulêreyek le ser amanêk danrawe, yasawłeke betundî witî:

― ewe nan fermû singanî ke. bew xwaye pêtan ḧerame! êwe heqtan eweye her le řêwe wekû êstirî nexoş demançeyek binên be nawçewantanewe.

le pêşewe xerîk bû daway destê nwên û çirayekî lê bikem û nûke şeqekanî bixeme piştigwê bełam ke gwêm lew gewherane bû ke hełîřişt bêdeng bûm. wek jûreke bipşikinê laytekey be çwar dewr û ser û xwarî xoya gêřa. bexêrayîy birûske wêneyekî jûre çîmento řeq û teqe berz û derga texte estûrekem le mêşka gîra. tenya kelupelî jûreke ew tenekeye bû ke bo mîzkirdin danrabû legeł şerbeyekî mil şikaw kewa dyar bû awî xwardinewey tya bû. kabra wergeřayewe biřwa, hat be bîrma lewaneye îtir yekêkî tir bew zuwane nebînmewe boye benabedłî û leberxomewe witim:

― erê ewe pêxewê, çirayek, şitêkim bo nahênin? kabra be pêkenînêkî berzî naxoşewe witî:

― bełî! ey çon her êste kiçêkî cwanîşt bo ehênin lew xuşkaney be nawî nîştîmanperwerî û azadîxwazîyewe abřûyan eben! tê geyştim ke qisekirdin legeł em yasawłe wek çîlke le pîsayîyewedan wehaye boye bêdeng bûm û amanekem řakêşaye ber demim kabraş lêy da řoyştewe derê.

nemzanî çêşteke çîye, nextê destim tya gêřa be nîskêne ya maşêney tê geyştim, kewçkêkim bird bo demim, hêşta lêm neçeştibû bon newtêkî lê ehat pyawî kas ekird. be’espayî kewçkekem danayewe û kewtime kulêre xwardin. zorim ḧez ekird bizanim kat çende bełam se’atekem leber tarîkî bo ne’ebînra. hat be bîrma le ḧałî wekû mina kwêr çatre çunke be tarîkî řahatuwe, baştir le şit egat û çaktir ecûłêtewe lem zîndaneda kewa çawî kirduwe be endamêkî bêkełk be yarmetîy ew wêneyey jûreke ke leber tîşkî laytî polîseke le mêşkima girtibûm kewtime pyasekirdin be jûrekeda. herçende lepêşa yek dû carê ber dîwarekan kewtim bełam lepaş pêwanyan be hengaw lemeş řizgarim bû.

dîsanewe cê birînekem hatewe jan destîşim pîs bû boye nem’ewêra destî bo berim newekû kulabêtewe û lêmî pîs bikat. boye le qujbinêka boy danîştim. karim bewe baş bû nawçewanim xwênekey westabuwewe û azarîşî nemabû. wa dyar bû her tozêk qirincabû. çawim biřîbuwe dirzekanî pencere gîrawekey beramberim, wa dyar bû řuwew řojełat bû çunke ta ehat řûnakîyekey kemtir ebuwewe. maweyekî baş weha mamewe, ałozîy êste û tarîkîy dwařoj eyangêřamewe bo řaburdû, ew řaburduwey zyatir derdî giran ekirdim. lem bîrkirdinewaneda bûm lepiř tirp û girmegirim le dałanekeda peya bû. dergay jûrekem kirayewe û dû yasawił kirdyan be jûra wityan:

― yałła heste pêşman kewe.

minîş besersamîyekewe witim:

― bo kwêm eben?

yekêkyan bepêkenînewe witî:

― bo sînema!

pêşyan kewtim dîm demedemî êwareye le ême bewela kesî tir lew dałan û řařewaneda nîye, birdyanme sardawêkî gewrewe ke besê çwar pêpîlke boy çûme xwarê. yekem şit ke ber çawim kewt kabrayekî efendîy lacang‌sipî, řeng zerdî lût dirêjî bêřeza bû leber demî mêzêkî gewreda danîştibû, yasawłekan selamyan bo kird û yekêkyan witî:

― qurban emete cwamêr bayz!

beserleqanêkewe witî:

― başe ew kursîyey bo bênin ba danîşêt!

ke danîştim bexêrhatnî lê kirdim û betewsêkewe witî:

― lam waye xebatker nabê siław le nokerî împiryalîzim bikat boye siławit nekird! bełam min pyawî řastim xoş ewêt boye em kirdeweyetim pê naxoş nîye, bełam şerit eweye le hemû şitêka xebatker bît.

merdane pê lewe binêyt ke çon em xopîşandanet řêk xist û nyaztan çî bû le pelamardanî dayerey polîs û teqekirdin lew jendirme bêtawanane? pyawî xebatker nabê dirozin bê wek jin dest pan katewe û dem pan katewe û biłê be xwa qurban hîç nazanim. be pêẍember mîrim bêtawanim. fermû bizanim řołî xotim bo bas ke le xopîşandanekey mangî pêşûda!

― dway ew qisaney kabra ewî řast bê, řûm ne’ehat biłêm le hîça nîm û agam le hîç nîye. şermîşim pê ehat diro bikem û biłêm wam kird û wam kird, egîna le girtin ne’etirsam. amade bûm çî binûsêt boy îmza bikem. boye hîç wirtem lêwe nehat be dengêkî berz witî:

― çîte keř û lałî! xebatker nabê ewende tirsinok bê. her be şeş ḧewt se’at bûn le jûrî jimare 23da wa zindeqit çû qisekirdinîşt lebîr çuwewe?

minîş leberxomewe witim:

― meselekey min zor aşkiraye min qiseyek ekem û êweş qiseyekî ke eken, min bêdesełatim û êweş xawen desełat. ba qisey min nebê qisey êwe bê sizay xom çîye bimden û bibřêtewe.

qaqa destî kird be pêkenîn, witî:

― beřastî qiseyekî cwane! dway ew xopîşandane xwênîney nizîkey sed kesî tya kujra û ew agirey nayewe le wiłata herwa sûk û asan etdeyn be ’urfî çend sałêk ḧukimit bida û bibřêtewe! nexêr hevał cwamêr zor zor behełe çûy le lêkdaneweketa. nawî hawkarekanit, endamanî komîteketan, şwênî çapî şareketan, nawî serkirdekantan, serçawey pare û jyantanim pê nełêyt gyan lem dayereye nabeyte derê, îtir ew serîne bixere jêr serit û hoşî xot bihênerewe ber xot. řizgarî le řastî witnidaye çî ezanî be řastî û dirustî pêmanî biłê û biřorewe naw mał û minałî xot.

em qisaney kird û cigereyekî damê. minîş dway êstêk cigerekem wergirt û dam gîrsand, zortir leber ewey pêwîstim be maweyek lêkdanewe hebû. çî bikem, çî biłêm! biłêm çûm û kirdim û çakim kird wazim lê ehênin! baweř nakem, dûr nîye ewsa zyatir şikim lê qaym ken û baştirim lê biden bo ewey nawî xełkyan pê biłêm. ne’, çaktirîn şit eweye ke her leser înkarî xom biřom, ke her ewîş řastîyekeyetî, îtir çî ebê bibê.

ke kabra dî her bêdengim witî:

― qey nakat em şewîşt mołet edem, to kuřêkî zor têgeyştû dyarît, gumanim nîye leweda ke emşew bîrî lê bikeytewe beyanî be pêy xot dêytewe û çî ezanî pêmanî ełêyt!

ewey řast bêt baş gwêm le qisekanî dwayî nebû, herçende be dengêkî berzîş eykird û hemû sê çwar hengawêk le yek dûr bûyn, çunke le katî qisekirdinekey ewa zirîke û hawar û qîjeyekî piř be demî cergibřim ehate gwê. le zengekey da bimbenewe şwênekey xom. helperistîm cûła le diłî xoma witim bo şewêkîş bê bo kełkê lem xoşbaweřîyey kabra wernegirim, zyanî hîç kesêkîşî tya nîye. boye witim:

― eger bitfermuwaye çirayek û destê nwênîşyan bidamaye zor memnûn ebûm.

kabra be zerdexeneyekî serkewtuwanewe witî:

― başe beser çaw! kuře her êste çirayekî baş û destê nwênî pak berin bo kak cwamêr. pyaw her be dîmen dyare! hergîz em kuře başe hawřêy ew ciřucanewere xwênřêjane nîye!

ke gwêm lem qiseyey bû ḧezim ekird bibûmaye be tinokêk aw.

destê nwênyan bo hênam legeł çirayek. min xerîkî řêkxistinî cêgakem bûm sînîyekyan leber dema danam, birinc û petate û perdaxê mastawîşî leser bû. destim kirde xwardinî, be xomim ewt: lê de têr bixo her em jemeye beyanî ke beg çawî pêt kewtewe lebatî em xwardine başe têhełdanêkî baş exoyt.

şew bû çirakem kiz kirdibû lepiř dergake kirayewe û zelamêkyan hawîşte jûrewe wityan:

― eweş hawdeng boxotan řabwêrin.

witim hawîştyane jûrewe nek her leber ewey pałyan pêwena, leber eweş ke wek pełas kewte zewî, çirakem hełkirdewe û le kabray hawdengim çûme pêşewe. gwêm le mişemşî bû zanîm ke nemirduwe, be bîrma hat eme casûs nebêt be fêł hênabyanete lam bo ewey qisem lê derbihênê, ke zyatir lêy wird bûmewe dîm tenya kiras û derpêyekî le beraye, derpêkey be simtyewe nûsawe û pełexwên û şwên‌darîş be kirasekeyeweye, be perdaxî mastaweke nextê awim kird be demîyewe, çawêkî hełbiřî be’espayî witî:

― to kêyt:

witim:

― namnasît.

witî:

― to nawî xotim pê biłê beşkû bitnasim! min xom bêbak sabîrim.

minîş cwamêř bayzim.

― ê to ew kesey ke ełên le xopîşandanekey tişrîna pelamarî dayeretan dawe. ê, ê, zabteke witî bîbene lay, wa dyare taze hênawyanîte êre, ew dû yasawłey minyan hêna neyan’enasît le yekêkî tiryan pirsî ew wa basî toy bo kirdin.

xerîk bû wergeřê beperoşêkewe pêm wit:

― azarî xot mede min etxeme ser cêgakey xom.

― na, na, supast ekem yekcar ewende ḧałim şiř nîye benaçarî xom wa lê kird egîna be derdî birzûy besezmanyan ebirdim, pałewanîy pê firoştin, her lêyan da û niqey lêwe nehat ewanîş heta ehat şêlgîrtir ebûn. hemû leşyan şikan lewaneye çak nebêtewe ya şwênêkî seqet bibê.

minîş besersuřmanêkewe witim:

― çî ḧałit şiř nîye to hemû leşt her xwêne!

― axir birzût nedîwe egîna be minit ewt bê’areq derçûyt.

çîye ewe nwên û xwardinî çakyan dawîtê? serêkî ba da witî: na ewe barêkî pîlanekeyane, pîşandanî minîş barekey key. wate pêt ełên etwanîn wek utêl xizmetit bikeyn û eştiwanîn lejêr dara bitřizênîn, bełam her coreyan be nirxî xoy, ca toş diłî xot bike be serpişk.

wa dyare hêşta îfadeyan lê wernegirtûyt.

― ne’, her dû car bangyan kirdûm û heřeşey xirapyan lê kirdûm û bełênî başîşyan pê dawim, be qise sibeynê embenewe bo îfade lêwegirtin.

― her çonêk bêt gwê medere heřeşe û guřeşeyan hîç medirkêne îtir le kuştin metirse çunke îznî kuştinyan pê nîye, bełam eger şitêkit dirkand ewsa be hîway ewe ke şitî ket lê derbihênin bêperwa têt ber’ebin ta egene řadeyek ke ya to katê be xot ezanî herçî le hemaneketaye bot hełřişitûn û abřûy xoşt û bizûtneweşt birduwe ya ewan katê be xoyan ezanin ke toyan be azardan kuştuwe ke le her dû ḧała peşîmanî hîç dadêk nadat. boye her leser hîc nazanmî xot biřo «nazanim řeḧetî gyanim»!

― ca her beřastîş min hîç nazanim.

― ew çatir. başe her wa biłê nextêkit lê eden û wazit lê hênin.

bedaxewe witim:

― hîç şitêkîşman la nîye birînekantî pê bibirjênmewe.

witî:

― ne kakî xom pêwîst bewe nakat nayełn qetmaẍe bihênêtewe embenewe bo darkarî înca lêdanî ew care be’azare. bełam pyaw ebê ya em řêgaye negrête ber ya ebê hemû azarêkîş merdane hełbigrêt.

nwênekanî xomim legeł hawjûrekem beş kird û maweyekî baş qiseman kird û ewsa temaşayekî se’atekemim kird le duwanze lay dabû, pêm wit:

― şewgar direnge û toş keneftî ba boxoman binûyn.

― şew baş! bizanîn sibeynê çî le tek xoya ehênê. lêman da nûstîn, nazanim çend xewtim le tirp û girmegirmêkî zorî řařeweke xeberim buwewe. her derga bû ekirayewe û paş nextê da’exrayewe û ta ehatîş le ême nizîk ebûnewe, bêbakim hełsand. xerîk bûm basî heraherakem bo ekird kewtine kirdinewey dergakey êmeş her keseman le şwênî xoy. xoy mełas kird. zabtê kirdî be jûra sê çwar jendirmey be şwênewe, ewî řast bê min zor şiłejam û tirsim lê nîşt boye hestame ser pê. zabteke betundî witî:

― yałła zû kelupeltan hełgirin û jûreke çoł ken.

emey wit û be lûteşeqêk bêbakî hestan û řûy kirde jendirmekan witî:

― emane bere ewber.

yekêkyan pirsî:

― kam jûr begim?

beg betûřeyîyewe witî:

― her jûrêkyan eben byanben û zû dûryan xenewe.

min lem qisane tê ne’egeyştim her mêşkim lay ewe bû ke zû petokan ko kemewe wek kelupelî xom bîdem be kołma byanbem bo şwêne tazekeman. wa dyar bû fermanekeyan ewende giring bû kes agay le ême nebû ta be kołekemewe leber demyana westam witim:

― fermûn bo kwêman eben bimanben!

bêbak bołebołêkî leberxoyewe kird nemzanî çî wit zabteke zilleyekî lê da û witî:

― xêra ke pîs!

ke geyştîne řařeweke lew lamanewe komełê jendirmey piřçekman dî le çend kesêk ko bûbûnewe. çend keseke ke çawyan be şeleşelî min û xobekêşkirdinî bêbak kewt destî dû dû kelepçetêkirawyan berz kirdewe û neřanyan:

― bijî azadî, bimrê zordarî!

bêbak wek eşkewt lember řařewekewe boy sendinewe.

― bijî azadî, bimrê zordarî!

yekê le jendirmekan qonaẍe tifengêkî sirewande naw şanî ewendey nemabû be dema bîxat û pêy wit:

― bîxo segbab řojî toş dêt!

ta birdinyanîne şwêne tazekeman her bîrim lem beserhate seyre ekirdewe, herçendim ekird ekoşam hîçî lê tê ne’egeyştim. her ke yasawłekan dergayan leser daxsitînewe řûm kirde bêbak witim:

― xo azarit nebû. çîye le řêy xwada têm nageyenît mesele çîyewe çî qewmawe.

bezerdexeneyekî tałewe witî:

― çawê be şwênekey êsteta bixşêne û berawirdêkî bike legeł zîndanekey pêşûman meseleket ewende la seyr nabêt, ewaney hênrabûn bo jûrekey ême, pîrot û baweys û merîwan, sê serkirdey qaremanî partîn. diřinde canewerekan ḧukmî hełwasînyan dawin, êsteş bem şewe hênawyanin bo ew zîndane ke le serêkewe le komełanî xełk byanşarnewe û le serêkî keşewe le şwênêkî qaymî nihênîda bendyan biken. ta řojî hełwasînyan. ca em jûre pencere dar û gewre xoşey êstaman leser ḧisabî gyanî pakî ewan des kewt «henaseyekî hełkêşa» witî: bełam gunahî êmey hîç tya nîye. hemûy tawanî împiryalîzim û nokeranêtî, herçonêk bê ew xwênaney lepênawî azadî ya be destî dujminekanman eřêjrên řojêk ebê ebne lafawêkî besam koşk û telarî zordaran serewngum ekat, derdî kabray şa’îr witenî:

kiçman lejêr beydaẍî řeşda çaw hełnehênin be xwênî geşda

kuřanman hemû be wird û dirişt le řêy azadî xo neden be kuşt

serberzî nabê, azadî nabê azadî ebê herxiwênbeha bê

paş nextê qisekirdin xewman lê kewtewe.

řojî dwayî heynî bû kes lêy nepirsînewe. beyanî şemû hatin bo jûrekeman hawdengekemyan bird û betenya hêştyanmewe.

lepiř řojêk birdyanme derê legeł 41 kesî tira swarî lorîyan kirdîn û birdyanînewe berdemî ’urfî û ewîş wekû le pêşewe basim bo kirdin bew çeşne newşîrwanîyane ḧukmî ’adîlaney xoy be sera dayn! îtir dway de sał minîş wa, têkşikaw û małwêran, hatûmewe naw em agirbarane.

îtir şewgar direnge bese ba binûyn. yekê hełî daye witî:

― kake cwamêr zor supast ekeyn, eşzanîn ke gêřanewey em base piřnasorane çi birînkulandineweyekî be’azare bo to bełam ezanît çi pend û dersêkîşe bo êmey berełła û serlêşêwaw, beřastî ewe ehênêt ke ew diłkulandineweyey le řêda hełgirît, ewî to ta êste bot gêřaynewe tenya basî gîraneket bû, hêşta wişeyekit le babet ew hemû sałaney zîndantewe bo negîrawînewe.

cwamêr leserxo witî:

― ca gyanî xom to etewê min azar û naxoşî û beserhatî de sałit be şewêk bo bigêřmewe! îmşew ewende bese. şewêkî tir basî likêkî keytan bo ekem. şew direnge û minîş ewî řast bê demêke kesim dest nekewtuwe ewende qisey bo bikem, boye herçende pêşim xoşe ke sikałatan la bikem bełam lewaneye biłêm demim şil buwe. eger lêm ebûrin ba îmşew ewende bes bê.

hemû be yek deng wityan:

― başe wek xot arezû ekeyt bam weha bêt.

kaweş řûy kirde ew û şaho û pêy witin:

― hestin ba bitanbem bo ew jûre ta nextêk binûn.