9

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 20 Xulek  1018 Dîtin

şaho řûy kirde cwamêr witî:

― dey ba şewekeman bem qisane beser nebeyn, hemû carêk toman dest nakewêt, fermû eger pêy seẍłet nabît nextê basî bendîxaneman bo bike.

hemûyan wityan:

― řast ekat nextê basî bendîxane û girtineketman bo bike. nek her ewan le yarîkerekanîş kawe û bêbak destekanyan kird be jêr kaẍezekanî sermêzekewe û wityan:

― be xwa bese îtir ême yarî nakeyn, gwê le qisey kake cwamêr egrîn! ewanîş hatin dewryan lê da. cwamêr serêkî hêna û serêkî bird, temaşay kird çarey nîye ebê hendê qise bo ew xełke bikat, ke dî hemû bêdeng çawyan biřîwete demî witî:

― beřastî nazanim basî çîtan bo bikem, ya řastitir nazanim le kwêwe dest pê bikem?

şaho witî:

― basî her beşê ya barêkî jyanî em de sałey xotman bo bikey bîke, şewgar dirêje û êmeş piř taseyn. herçî biłêyt be lay êmewe tazeye.

cwamêr dîsan her bêdeng bû. wa dyar bû egeřa bo sere dawêk lepiř bêbak hełî daye:

― carê ber le hemû şitêk eweman pê biłê toyek ke wazit le hemû şitêk hênabû kam şeytan çuwe bin kiłêşetewe ke bibî be serkirdey xopîşandanêkî wa giring le řojêkî wada?

cwamêr nextê be tundî û sersuřmanewe witî:

― çon, êweş lew baweředan ke min serkirdey xopîşandane xwênînyekey 25y tişrîn bûm?

wekû geřelawje herkeseyan lay xoyewe witî:

― ey çon! kes heye ewe nezanêt ke to serkirdeyîy ew beşey xopîşandaneket kirduwe ke eywîst bida beser qulley polîsî ...da, çekekanyan biben û dayerekeş bisûtênin! kê heye basî azayetî û qaremanîy to û xełkekey nebîstibêt ... xełkî kirdibûyan be goranî û şî’ryan besera heł’eda!

cwamêr dway kipbûnewey ewan be zerdexeneyekî bizřikawîy tiftewe witî:

― daxim naçê! zor etirsim beşî zorî mêjûş herweha nûsrabêtewe?

baweřim pê biken çend ew kesaney împiryalîzim be nawî gewre û nwênerî em wiłat û gelewe hênawnîye kayewe û beřastî gewrey em wiłat û gelen û peywendîyan legełyana heye, minîş ewende serkirdey ew xopîşandane xwênîne bûm we her ewendeş peywendîm legełyana buwe.

gwêgrekanî wekû baweř be gwêy xoyan neken, besersamîyewe temaşay yektiryan ekird. cwamêrîş leser qisegêřanewey xoy řoyşit:

― řastîyekey emeye ke katê min birîndar kiram lay kitêbxaney giştyewe bûm nek lay quley polîsî ... we wekû biław kirayewe bełam ewe řaste ke min lepêş xopîşanderekanewe bûm ewîş tenya her leber ewe bû ke ledway hemuwanewe bûm. bedbextî û çareřeşî way sazand ke min lew kateda karêkî zor pele û giringim hebê û naçarbim le mał bême derê ... ke le małêş hatme derê çend mirdûy girdî seywan xopîşandanî partî lebîr buwe minîş ewende! bo ewey bepele bigeme ew şwêney boy eçûm pêwîst bû be ber derkî serada tê peřim ke nizîktirîn řêga bû. ke dîm miłemay lê biřawe melî lê dernaçêt beřakirdin geřamewe ta wekû le layekî kewe xom bigeyenme şwêneke. bo bêwłetîy min lew kateda le serbanî serawe meydaneke diraye ber desřêjî şestîr, xełkeke benaçarî kişanewe naw kołanekan û kewtine hełatin, înca cenabim ke legełyan nebûm û ledway hemuwanîşewe bûm kewtime pêş hemuwanewe û bem core awejuwe bûm be pêşřewî xopîşandaneke û yekê le serkirde nawdarekanî bizûtnewe! we her leber em serkirdeyîye dirozneyeş bû ke paş çend hefteyek be birîndarî û şeleşel, legeł 41 kesî tira birdyanim bo berdemî ’urfî û jendirme pyawkujekan hatin bo şayetî, ke nore hate ser min serekî dîwanî ’urfî betewsewe witî:

― her ew şeleyan yarmetîy ’edaletî dawe, şayetî dijî xoy legeł hênawe, leber ewe pêwîste em çakeyeman lebîr neçêt! ca ewe bû le encama bebê lêpirsînewe û qise û basêk de sałyan da be tengema, ke quristirîn ḧukim bû lew řojeda dirabêt. eme bû dastanî pêşřewî û serkirdeyîyekey min. egîna xo şitêkî aşkiraye ke bo xohełkêşan û fîz ewe baştire ke xoşim biçme ser qisey mîrî û xełk û biłêm bełê min serkirde û pêşřewî xupşandane xwênînekey 25y tişrîn bûm! bełam hergîz ew diroye be xom řewa nabînim. de sał bendêtîyekem befîřo bûbêt lam lem dirokirdine xoştire.

dway bêdengîyekî baş ke herdû lowkuř û dełwî konkenkerekan eyşêwand şaho witî:

― be lay minewe em řastîwtinet le serkirdeyîkirdinî řasteqîney xopîşandaneke cwamêranetir nebê kemtir nîye!

cwamêr bê ewey gwê bidate em pyahełwasîney şaho, her wekû cemserî bîrewerîy dozîbêtewe û le derûnewe hestî pêwîstîy hełřişitinî derdî diłî bikat, be řiqêkî lepiř hestawewe kewtewe qisekirdin:

― ewey nekewtibête berdestî em karbedestaney mîrî natwanêt bizanêt çi canewerêk û pyawxorêkin, êsteş leşim muçřikî pya dêt ke yetewe bîrim yekem car dway birîndarkirdinekem çawim kirdewe çîm dî!

hemû birîndar û kujrawekanyan le dałanî serakeda kełeke kirdibû leseryek. hawar û nirke û nałe û zirîke û pařanewe û cinêwyan wek xwên û êsk û goştyan têkeł bû. le hemuwan bextyartir eweyan bû ke gyanî derçûbû, çira kizekey jûr serîşman dîmenekey ewendey tir piřsam û naşîrin kirdibû, min kewtibûme qujbinêkî dałanekewe, ke hoşim hatewe berxom hestî qursayîyekim kird leser singim, destim lê kuta serî zelamêk bû, be’espayî girtim û guřim daye xom ta leser singim lay berim eşkincim daye zirîke, destim le serî zelameke berbû wek mirdû xizaye xwarewe, bîrim kewtewe ke engêwrawim, herçonîk bû xom zyatir kêşayewe dwawe û pałim da be dîwarekewe. ewendey hêzî xom û azarî zamekem û şewqî çirake yarmetîyan da serim le kabray tenîştim birde pêşewe û lêy wird bûmewe, dîm lawêke taze xetî dawe çawî nîwenûqaw bû, be sardusřîy destya wa dyar bû demêk bû gyanî derçûbû, hemû şwênêkî gyanim lekełk kewtibû, ne mêşk twanay lêkdanewe û ne çaw tînî seyrkirdin û giryan û ne dest û pê hêzî cûłanewe û ne diłîş mawey xefetxiwardinî mabû. wekû şitêk ewan pekyan kewtibû, emîş le xem paraw bûbû. xoşim nem’ezanî ebê çî bikem.

lepiř minîş wekû birîndarekanî tir kewtime hawar hawar ke nextê awman bidenê ke bimanben bo xestexaneyek, ke her hîç nebê desřêjêkî keman lê biken bimankujin û bibřêtewe. guřim daye xom zamekanim dayewe zirîke, wa dyar bû le wizema nebûbû bergey azarekey bigirim, dîsanewe le hoş xom çûbûmewe. ke çawim kirdewe, nazanim paş çend, xom dî le jûrêkî biçûkî nizma le ser çarpayekî asin řakşawim, qaçe zamarekem pêçrawe û qaçekey tirîşim legeł destî řastim be zincîrêkî estûr be pêçkey çarpayekewe bestirawin. duwem řoj bû paş hatnewe serxom duktorêk hate jûrekem, çawêkî bew parçe meqebayeda xişand ke le jûr serim hełwasrabû îtir bêdeng û xêratir le hatne jûrewekey geřayewe derê. řojê carêk birîn pêçêk ehat seyrî birînekey ekird tîmarî ekird, seruçawî ewende girj û mon bû zatim nekird bîdwênim bizanim lekwêm, birînekem leçîdaye çîm lê eken? keçî bo řojî sêyem le xoyewe kewte qisekirdin, le pêşewe lêy tirsam newekû qisem lê derbênêt le paşa ke dîm zor betirsewe qise ekat, leber çawî îşkerekanî tir zor tundutîj legełim ecûłêtewe diłnyayîm peya kird beramberî. behoy ewewe zanîm kewa gulleke ber êsk nekewtuwe tenanet wekû çaweřwanîş ekira ber řîxołeşim nekewtibû herçend duktor sikîşî hełdiřîbûm çunke şwênî derçûnî gullekeyan be simtimewe nedîbû. herweha pêy witim ke min tenya birîndarim lem şwêneda, ke hewałî birîndarekanî kem lê pirsî witî birdûyanne xestexaney ’eskerî ewîş çunke min be serkirdeyekî gewre ezanin neyanwîstuwe le şwênêk damnên neweka peywendî be kesewe bikem, ke pêy witim lekwêm qełemî dest û pêm şika. le dayerey asayşî giştî danrawim û tîmar ekirêm! hemûtan ezanin nawî em dayere pîse çi samêkî heye le diłî xełka. zor kes hen amaden ke besupasewe panze bîst sał ḧukim qibûł biken be şertê neyanbene ew azardanxaneyey ełên kem kesî be zînduwêtî lê hatuwete derê. legeł ew hemû sam û tirseşa ke lêm nîştibû wîstim beramber be kabray birînpêç xom neşkênim. boye bêbakane pirsîm: başe ke le encama her emkujin îtir em mesref û legeł xerîkbûn û çakkirdineweyey bo çîye? herwa lêm bigeřanaye be birînekemewe emirdim ya byankirdimaye be qurbanî gulleyekî tir, xo gyanî min le hîy ew şehîdane şîrintir nîye! wa dyar bû dengim le pêwîst zyatir hełbirîbû boye kabray birînpêç řengî hełbizirka û destî girt be demmewe witî: bese, bese le rêy xwada bîbřewe, gwêyan lê bêt minîş exene pał to minałim wirde û bergey azardanîş nagirim. her le qisekanî buwewe yasawłêk kirdî be jûra û betundîyekewe pêy wit: çîte ewe lê nebûytewe? segbabe le min û to saẍtire heq waye bîben, xo dabeste nîye lêre qełewî keyn!

çend řojêk beser em qiseyeda tê peřîbû birînpêçeke hat û bematîyekewe le jêr lêwewe witî: be xwat espêrim îtir yektirî nabînînewe minîş besersuřmanêkewe witim: çon xo hêşta birînekem çak nebotewe.

be tewawî le qisekem nebûbûmewe dû yasawił kirdyan be jûra û yekêkyan betûřeyîyekî bêcêwe witî:

― heste dey xot ko kerewe û pêşman kewe!

― xo kokirdinewey çî?

― segbabe dêtewe be gij demîşmana ...

leserxo witim:

― begjidemaçûnî tya nîye, çîm heye ta koy bikemewe? fermûn ba biřoyn!

be şeleşel pêşyan kewtim. yekêkyan witî:

― řast biřo xot şel meke nextêkî tir fêrî sema û hełpeřkêt ekeyn!

herçende le gyanî xom weřs bûbûm emwîst bineřênim be serya û herçî daxî diłim heye pêy biřêjim, bełam pêş ewey dem hełbênmewe zabtêkî lawî kełeget le jûrekey tenîştimewe hate derê witî:

― ha cwamêr ewe toy? ewe bo kwêy eben? were bizanim mesele çîye?

be’espayî pelî řakêşam û birdimye ew jûre ke lêy hate derê û dergay pêwe da, witî:

― fermû danîşe, çî exoytewe? ça, qawe ya tirş? birîneket çone?

serim lem kare suř ma herçend bîrim ekirdewe be xewî şewanîş em kuřem nedîbû, ey em hemû lutif û pyawetî û dostayetîye çîye!

her wekû ḧepesanekem şitêkî le pirsyarekanî mêşkim bo dirkandibê beřûyekî xoşewe witî:

― bêguman to min nanasît çunke ême yektirîman nedîwe, bełam ême pêwîste pyawî wekû to binasîn, em beyanîyeş le nûsrawekanî berdemma nawtim dî kewa îmřo ethênin bo lay ême bo lêkołînewey meseleket minîş emem be hel zanî bo xopênasandintan û eger biştiwanim xizmetêktan bikem.

hat be bîrma ke eme çeşî dawekeme, carê eyanewê be qisey xoş legełim xerîk bin. herçonêk bêt heta êste kabra qiseyekî xirapî nekirduwe. karî řast bê eger ewîş wekû kabray jendirme bîdamaye ber cinêw desełatim çî bû? ba bizanîn em bo kwêman ebat.

hêşta her bêdeng řawestabûm witî:

― fermû danîşe.

day le zengêk kabrayek hat be dengyewe, pêy wit ke dû tirşiman bo bihênê û nehêłê kesîş bête jûrê.

xoy xerîk kird be kaẍezekanî berdemyewe ta tirşekanyan bo hênayn, ewsa le kabray dûbare kirdewe ke her kesê hat bo lay biłê karî giringî heye. le cêgekey xoy hesta û hate lamewe danîşt. bezerdexeneyekewe witî:

― birîneket çone? xo şukur çak botewe. baş bû êskî negirtibû.

herçonêk bêt hemûy pênc û dû řojêke emîş ebřêtewe, eçîtewe małî xot. hîwam waye xirap legełit necûłabnewe çunke beřastî jendirmekanî ême zor kerin legeł hemû kes wekû yek ecûłênewe.

pyawî çak û xirap lêk cya nakenewe. herçonêk bêt eger gileyîyekit hebê ebê lêman bibûrît.

mêşkim wexte bû biteqêt, çîye em kabraye çî ełêt ya be kêm ezanêt! bêguman behełe çuwe le nawekema. bełam ne’, nawnîşanî tewawî xomî wit: cwamêr bayz xełkî ...

wa şipirze bûbûm xoşim nemzanî çon weramî pirsyarekanim dayewe.

bełam wa dyar bû qiseyekî wam nekirdibû diłgîr bibê çunke be řûyekî xoştirewe lêm hate pêşê û destêkî xiste ser destim witî:

― zor zorim pê xoş bû ke ew biřyare zîrekaneyet dawe, le têgeyştin, jîrîy to her ewe çaweřwan ekirêt.

demim bû be tełey teqîw. biřyarî çî? key min biřyarim dawe lay kê û lekwê dawme! lepiř hemû leşim nîşte ser areq, nemkirdibê le katî bêhoşî û benckirdna wiřênem kirdibê ya qiseyan lê derhênabim, bełam çon? ke min hîç nezanim etwanin qisey çîm lê derbihênin. wekû gêl le xomewe be demyewe pêkenîm beşkû leser qisekey biřwa û çimkêkî basekem bo derbixat ta le ḧałî xom bigem, wa dyar bû pêkenîne biłḧanekem cêy xoy girtibû, çunke kabra witî:

zor nařewa û zułim bû lawêkî wekû to bexořayî lepênawî xeyałêkî beng ... kêşaneda xoy fîda bikat. řizgarî ... řizgarî ... azadî ... kê řizgarî û azadî le êwe senduwe? çend helperistêkî payeperistî xoperist eyanewêt beser laşey em gele řeşuřûteda bigene gewreyî û desełat û naz û nî’met ... çi be tengewen sedan lawî wekû to benirx û xawen dwařojî geşî tya lenaw biçêt û hezaran jin û minał û pîrî bêgunahî tya bikujrêt! ewende kerin wa ezanin ḧikûmet herwa be’asanî be bimrê û biřûxê heres ehênêt û xoyan dêne ser ḧukim.

gelêkî lem qisane kird, minîş pitit lê bidamaye lêk ebûmewe. emewê le meseleke ḧałî bibim, bizanim biřyargořînî min çîye û em hetîwe çîy lêm ewêt. paş lekçeřêkî dûrudrêj lebarey behêzîy ḧikûmet û çakî û pakî û diłsozîy karbedestan û xwêřêtî û hîçupûçî û napakî û nařastîy nîştîmanperwewanewe witî:

― êsta kewa min û to le yek geyştîn û toş biřyarî xotit dawe emewê peymanêk bibestîn nek her bo êsteman bo dwařojîş, to yarmetîy min bide û minîş yarmetîy to edem.

serim daxist nemzanî çî biłêm. kabra leser qisey xoy řoyşit witî:

― ew qisaney datnawe lay ḧakim byankeyt êste lay min byanke minîş yarmetît edem ke le řojêk dû řoj zyatir nemênîtewe bitgeřênmewe naw mał û minałî xot û manganekeşt zyad keyn û le nizîktirîn helda hewłit bo edem lay ... beg ke amozame bitkat be serokî dayereket!

qisekanî wekû tîr karyan le cigerm ekird legeł eweşa nemwîst byangirme xom boye xom lê gêl kird û witim:

― qisey wekû çî efermûyt?

witî:

― ewaney bełênit dawe lay ḧakim byankeyt! wekû nawî serkirdekanî em bizûtneweye, şwênî kelupel û çapemenî û serçawey pûl û pare, cêgay xoşardineweyan, peywendîyan legeł dewłete bêganekan û em core şitane. ew hîçî le hemanekeya nehêşt û minîş ne twana û ne byanûy dan‌bexodagirtinim ma. tê geyştim ke nek jyan wa dwařoj û abřû û namûsîşim bende bew qiseyewe ke êste eykem û eşbê bîkem boye tenya hewłî ewem da ke lejêr perdey kizołeyîda bîkem û bes:

― ewî řast bê baş tê nagem, biřwam pê bike her le seretawe le birîndarkirdin û girtinekemewe ta êste hemû beserhatekanî xomim wek sînema dête pêş çaw. wek filîmê ke xom tya seyrker bim nek yarîker!

biřyarî çî û bełênî çî? hemû emane lay min metełêkin ke her têyan nagem nexwazeła hełyan bihênim. min fermanberêkî mûçexorî biçûk çîme beser em core şitanewe serî xomim kiz kirduwe û destim girtuwe be kiławî xomewe ba neybat.

kabra nextê řengî le tûřeyîda zerd hełgeřa bełam danî be xoya girt û bezerdexeneyekî bê‌řezawe witî:

― ne kakî xom yekcar waş na. bełê witûyane xo bekemgirtin cwamêrîye bełam xełk bekerzanînîş jîrî nîye.

bepele û şiłejawî witim:

― na qurban hîç nyazim ewe nebû ke xwa nekerde cenabtan be tênegeyştû û nezan dabnêm! heye nawî êwey nebîstibê! çendan cerîmey giring giringitan dozîwetewe, êwe ...

benextê tundîyewe qisekey pê biřîm witî:

― pêç û penay pê nawêt, min emwîst to řizgar kem çunke wam ezanî le sawîlkeyî û diłpakîyewe tê gilênrawît û cwankey, be gunahim zanî bexutuxořayî tya biçît, betaybetî ke meselekeşt le řoj aşkiratre û xoşt bełênit dawe ke herçî řastî heye be karbedestanî biłêyt!

― zor supastan ekem bełam baweř bike wa bizanim xirapyan tê geyandûn min hîç bełênêkim be hîç kesêk nedawe ke řastîy hîç nihênîyekî pê biłêm, çunke hîç nihênîyek nazanim.

zabteke betûřeyî hesta le lamewe û çuwewe ser mêzekey xoy witî:

― kuřî baş xot gewc meke, to pêşřewî ew beşey xopîşandaneke nebûyt ke hełyan kutaye ser dayerey asayş le geřekî ... nawêkî xoşî heye ... we eger jendirmekan wirya nebûnaye û zû nehatnaye dest hemûyantan ekuşt û dayereketan esûtand û çekekanîştan ebird ... êsteş jendirmekan hemû şayetin leserit cige lewey ke xot lew herayeda gulleyekit pê kewtuwe û le katî tîmarkirdinekeşta zor şitit lay yaryeder «n...» dirkanduwe û bełênit dawetê ke çak bûytewe hemû şitêk lay ḧakim biłêyt. sereřay hemû emane nawî hemû serkirdekanman le katî pişkinînda dozîwetewe û beşî here zorîşyan gîrawin û danyan be tawanî xoyan nawe û daway lêxoşbûnyan kirduwe û nawî cenabîşt cwamêr bayz ... yan wekû yekê le kadre çalake pêşkewtuwekanî partî hênawe ... cige lewey kewa nawîşt lew nûsraw û bełganeda hatuwe ke le hêłanekantana dozrawnetewe. ca êsta efermûy çî? her sûrît leser ewey ke pyawêkî besezmanît û agat le hîç nîye? ya pyawane dyête dest û çî ezanî eyłêyt ta minîş řaportêkî cwanit bo binûsim û şew le gîrawxaneda řoj nekeytewe?

ta kabra leser qisekirdin eřoyşit baştir řastîy ew qiseyey pêşînanim bo der’ekewt ke ełê: «pyaw ke zorî wit çakîş ełê û xirapîş ełê».

çunke be dirêjdadřîyekey hendê şitî way bo derxistim ke betewawî řastîy hemû qisekanî xoy le binçînewe hełtekand, betaybetî ewey ke witî nawî min le lîstey kadre çalakekanî «partî...»da nûsrawe û serkirde gîrawekanî partî nawyan hênawim wekû yekêk le serkirdekan çunke min hîç peywendîyekim be «partî...»ewe nebuwe û nîye û hîç yekê le serkirdekanîşî ne emnasin û ne eyannasim boye le wizey hîç pê‌lênerêka nîye her nawîşim bizanêt nexwazeła wek kadrêkî çalakî pêşkewtû basim bikat. herweha eger lîstey nawî hemû endamekanî partîyekeşyan dest bikewêt be nawwinîşanî tewawîşyanewe nawî minî tya nîye û nabêt ...

ke dîm zabteke çawî biřîwete demim zor leserxo pêm wit:

― hîçî tazem nîye bîłêm, agam le hîç nîye û kesîş nanasim!

zabteke bêbakane destî pan kirdewe û witî:

― başe arezûy xote! ḧez ekey qise meke! bełam ême ezanîn çonit ehênîne qise! keř û lałman kirduwe be bilbil nexwazeła yekêkî wekû to, řêgekeyman dozîwetewe!

ta ehat na’umêdî biřistî ebřîm û heřeşe û qisekanî kabraş bêhûdeyîy pařanewe û lałanewey pê eselmandim. zatim naye berxom û dest‌lexoşorane witim:

― ha ha! nihênîy bombay etomtan dozîwetewe! her darkarîkirdin nîye? eme leşî min û eweş darî êwe. ke emem wit kabra temaşayekî tundî kirdim, xoşim wekû şitê peşîman bûbûmewe boye xawtir le pêşû witim:

― herçonêk bê lejêr dara bimkujin lewe zyatirim lê nabîsin ke êste be cenabtanim wit, çunke hîçî tir nazanim.

kabra wa dyar bû qisekem le seretawe çûzandûyewe boye liçêkî hełqurtand û beserêkî leqîwewe witî:

― herçî çonêk bê sa řêgakeman taze bêt ya kon taqîkirdinewey ta êsteman legeł êweda derî xistuwe ke çaktirîn řêgaye û baştirîn ber edat, kesîştan ewende merd nebûn ke leber lêdan û azardana hênde xoy řabgirêt ke têman bigenêt řêgakeman kon û bêkełke ta wazî lê bihênîn, bizanîn beşkû to ew merde bît!

day le zengekey berdemî, kabray dergawanî hate jûrê pêy wit:

― biłê bew yasawłane em kuře berne jûrî jimare «23». řûşî kirde min û pêy witim: toş obałî xot be estoy xot êsteş neçuwe biçê, heta êware her katê le kelî şeytan hatîte xwarê be yasawłeket biłê ethênê bo êre, min her leser qisey xom mawim.

serim daxist û bêdeng pêş yasawłekan kewtim.